HRW: Dewleta Tirk li Bakur û Rojhilatê Sûriyê Peymana Cinêvê ya 4`an binpê kir

Rêxistina “Human Rights Watch” sûcên artêşa Tirk a dagirker û çeteyên wê li Bakur û Rojhilatê Sûriyê belge kir û piştrast kir ku dewleta Tirk Peymana Cinêvê ya 4`an binpê dike.

HRW: Dewleta Tirk li Bakur û Rojhilatê Sûriyê Peymana Cinêvê ya 4`an binpê kir
3 sibat, 2021   13:02
NAVENDA NÛÇEYAN

Rêxistina Human Rights Watch (HRW) îro got dewleta Tirk û çeteyên wê ‘Artêşa Nîştimanî’ bi awayekî nerewa herî kêm 63 welatiyên Sûriyê ji Bakur û Rojhilatê Sûriyê binçav kirin û birin Tirkiyê da ku wan li ser tawanên xeter dariziîne û dibe ku cezayê muebed li wan bibire.

Belgehên ku bi destê HRW`ê ketine diyar dikin ku veguhestina wan girtiyan ji Sûriyê bo Tirkiyê, binpêkirina Peymana Cinêv a 4`an e, wek hêzeke dagirker li bakurê-rojhilatê Sûriyê.

Têkildarî mijarê, cîgirê beşa Rojhilata Navîn û Bakurê Afrîkayê yê HRW, Michael Page got: "Ji rayedarên Tirkiyê, weke hêzeke dagirker, tê xwestin ku li gorî peymana dagirkeriyê rêz li mafên mirovan re li bakurê-rojhilatê Sûriyê bigire. Di nav de qedexekirina girtinên nerewa û veguhestina girtiyan bo Tirkiyê. Li şûna vê yekê, ew bi rêya binçavkirina wan kesan û veguhestina wan bo Tirkiyê soz û peymanên xwe binpê dikin, da ku rûbirûyî hin tawanên bi guman û nezelal ên girêdayî karên gumankirî li Sûriyê bibin."

Li gorî rapora rêxistinê, di navbera Cotmeh û Kanûna 2019`an de, artêşa Tirk a dagirker û çeteyên wê ‘Artêşa Nîştimanî’ hin welatiyên Sûrî yên Kurd û Ereb li Serê Kaniyê a bakurê-rojhilatê Sûriyê binçav kirin.

‘ŞOPANDINA LI GORÎ QANÛNA CEZAYAN A TIRKIYÊ’

Rêxistinê got ku ew kesên hatine binçavkirin ji bo navendên girtinê yên li Tirkiyê hatin veguhestin û li gorî qanûna cezayan a Tirkiyê hatin tewanbarkirin, tevî ku sûcên ku îdia kirine li Sûriyê hatibûn pêkanîn.

HRW karîbû dor 4,700 rûpel ji belgehên dosyaya fermî ya dozên Tirkî yên têkildarî girtina 63 welatiyên Sûriyê bidest bixe û binirxîne. Di belgehan de tomarên veguhestin û lêpirsînê, pêşnumayên doznameyê, û raporên polîs û pizîşkî yên ji parêzer û Komîteya Kurdî ya Çavdêriya Mafên Mirovan, ku komeke alîkariya girtiyan dike, hene. Her wiha HRW bi şeş xizmên yekser ên heşt girtiyan re hevpeyvîn kirin.

Hin delîlên din û raporên weşandî ji aliyê hin koman ve hene, diyar kirin ku hejmara niha a Sûriyên ku bi awayekî neyasayî bo Tirkiyê hatine veguhestin, nêzîk 200 kesî ye. Hin raporên çavkaniyên nûçeyan ên ser bi hikumeta Tirkiyê ve diyar dikin ku di vê dema dawiyê de hin girtiyên Sûrî bo Tirkiyê hatine veguhestin, ev yek jî amaje ye li ser berdewamiya van kara

Endamên malbatan ên ku bûn şahidê girtina xizmên xwe, gotin ku di derdora saet 1:00`ê şevê de ji 14`ê Cormeha 2019`an, komeke çekdar a girêdayî Artêşa Nîştimanî ya Sûriyê ku Tirkiye piştgiriya wan dike, avêtin ser malên 15 zilaman û ew binçav kirin û ew birin bajarokê Mebrûka yê Sûriyê.

Malbatên girtiyan gotin ku wê demê têkiliya wan bi zilaman re qut bû û piştî meh û nîvekê wan zanî ku girtî ji bo girtîgehekê li parêzgeha Şanliurfa (Riha) li Tirkiyê, hatine veguhestin. Li gorî rêziknameya Tirkiyê, pêwîstiya endamên malbatê bi hejmareke telefonê ya li Tirkiyê tomarkirî heye da ku bi xizmên xwe yên girtî re têkilî daynin, lê ji Kanûna sala 2020`an ve du malbatan hîn nikarîne rasterast bi xizmên xwe re têkiliyê daynin.

 

Di îdîanameyên şeklî de ku ji hêla HRW ve hatine nirxandin, rayedarên dozgeriya Tirkiyê cihê tawanê wekî Şanliurfa, Tirkiye bi nav dikin, lê raporên hûrgilî, hin belgeyên veguhastinê jî tê de diyar dikin ku her kiryarên xirab dê li Sûriyê pêk hatiba. Di tomar û qeydan de, gelek daxuyaniyên girtiyan ji dozger re, tê de diyar dibe ku girtî li Sûriyê hatine girtin û piştre bo Tirkiyê hatine veguhestin.

Rêxistinê piştrast kir ku “Tirkiyê hêzeke dagirker e li bakurê-rojhilatê Sûriyê, ku di Cotmeha 2019`an de herêm dagir kir û li wê deverê bêyî erêkirina hikumeta Sûriyê, desthilata xwe bi kar tîne. Benda 49`an a peymana Cinêv (4) dibêje ‘veguhastina bi zorê ya takekesî yan a girseyî û hem dersînorkirina kesên parastî ji xaka dagirkirî ber bi xaka dewleta dagirker ve... qedexe ye, bêyî berbiçavgirtina armancan’.”

Qedexe tê ferzkirin bê ka yên ku bi zorê têne veguhastin an dersînorkirin sivîl an şervan in.

‘LÎSTEYÊN TEWANBARIYÊN ŞEKLÎ YÊN BÊ ÎSBAT’

Li gorî rêxistinê, di belgeyan de tu delîl an îsbatên îdiayên Tirkiyê tune ne.

Di Cotmeha 2020`an de, dadgeha tawanan a Şanlıurfa dadgehên ji 63 Sûriyan pênc kes tawanbar kirin û cezayê muebed da wan. Bavê yekî ji wan wiha dibêje: “Kurê min 36 sal ceza lê hate birîn. Wan biryar ji bo dadgeha temyîzê ya herêmî li Entabê şand da ku ceza kêm bike, lê ew dîsa vegeriya. Cezayê dadger biryarek reş bû. Bi biryarên wiha re rehim tune ye.”

Parêzerên hin ji girtiyan ragihandin ku hin doz dê dewam bikin.

Page dibêje: “Ne tenê ku ew welatiyên Sûriyê bi awayekî neyasayî ji bo darizandina neyasayî bo Tirkiyê hatine veguhastin, lê belê di tevgereke pir zalimane de, dadgehan cezaya herî mezin ya li Tirkiyê da wan. Ew ji jiyanê bêpar kirin.”

HRW`ê her wiha hevpeyvîn bi 5 xizmên 7 kesên ku di Cotmeha 2019`an de çêkir, ku piştî demeke kurt ji dagirkirina herêmê ji aliyê dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wê ve li gundekî hatibûn girtin.

Wan xizman, ku girtina wan kesan bi çavê xwe dîtibûn, gotin ku di saet 1`ê piştî nîvro di roja 14`ê Cotmeha 2019`an de, du yan sê erebeyên ku 20 çekdar tê de bûn derbasî gund bûn. Wan avêtine ser malên 15 zilaman û ew girtin. Herî kêm di du rewşan de, çekdaran li xizmên wan ku xwestin wan xilas bikin, li wan dan û ew asteng kirin.

HRW`ê karîbû dora 4 hezar û 700 rûpel ji belgehên dosyaya fermî ya dozên Tirkî yên têkildarî girtina 63 welatiyên Sûrî li Sûriyê bi dest bixe û binirxîne. Di belgehan de tomarên veguhestin û lêpirsînê, pêşnumayên doznameyê û raporên polîs û tenduristî yên 63 welatiyên Sûriyê ku li Sûriyê hatibûn girtin û di navbera 11`ê Cotmehê û 6`ê Kanûna 2019`an de bo Tirkiyê hatine veguhestin.

Lê pêşnumayên doznameyên derheqê her 63 girtiyan de nebû, lê tê xuyakirin ku ev pêşnuma heta asteke mezin wekhev in. Di dosyayan de raporên nûçeyan hene, lê agahiyên di nûçeyan de bi kesên destnîşankirî ve girê nade. Di pêşnumayên derheqê kesan de çend bendên kurt hene lê bêyî ku delîlek pêbawer hebe ku wan sûcdar bike.

Belgeh, girtin û veguhestina heft ji heşt kesên ku bi xizmên wan re hevpeyivîn hatiye kirin, piştrast dikin. Pêşnumayên doznameyê yên li dijî wan, Şanliurfa wek cihê girtina wan û encamdana sûcan dide xuyakirin, tevî ku amaje bi wê yekê hatiye kirin ku çalakiya wan kesan tenê li Sûriyê bû, her wiha di nav belgehan de rûpel hene ku amaje bi girtina wan kesan li ser axa Sûriyê dikin ku piştre bo Tirkiyê hatine veguhestin.

 

‘XWESTINA FIDEYEYÊ’

Rêxistinê piştrast kir ku di belgeyan de agahiyên diyar ku wekî delîlekî karên terorî yên kesên hatine tawanbarkirin nîşan bide, tune bûn.

4 xizmên girtiyan diyar kirin ku çeteyên ‘Artêşa Nîştimanî’ piştî demekê ji binçavkirina xizmên wan, bi wan re axivîne û ji bo vegerandina wan pere xwestine. Tenê malbatekê karîbû danûstandinê bi çeteyan re bike û 10 hezar dolar dan da ku girtiyê wan ku ji bo Tirkiyê nehatibû veguhestin, berdin.

Yek ji xizmên giriyan jî destnîşan kir ku “Çeteyên Artêşa Nîştimanî bi wan re ket peywendiyê û bi awayekî eşkere daxwaza pereyan ji wan kir, wek berdêlekê da ew girtiyan berdin, vê yekê jî kir ku gumana li ser rastiya wan tawanan zêdetir bibe.

Yek ji xizmên girtiyan jî got “Malbata min 10 hezar dolar dan da ku birayê min ê di Kanûna 2019`an de hatibû giritn, berdin. Piştî ku malbatê pere dan, ew di Sibata 2020`an de berdan.”

3 kesên din jî gotin ku li hemberî serbestberdana xizmên xwe, wan nikarî pereyan bidin.

Nebûna delîlên pêbawer ji bo piştgirîkirina tawanên wiha giran, li ser bingeha lênerîna belgehên berdest û daxuyaniyên xizmên wan bi kêmanî ve di sê bûyeran de, piştgiriya dilgiraniya HRW`ê dike ku dadgehkirina welatiyên Sûrî bi eşkere ti bingehek zelal jê re tune ye.

‘ÊŞKENCEKIRINA DI DEMA GIRTINÊ DE’

Di haletekê de, birayê yek ji kesên ku hatiye berdan anî ziman ku, birayê wî rastî lêxistinek dijwar hatibû di zindanê de li Sûriyê. Herî kêm 27 wêneyên kesên girtî diyar dikin ku, girtî rastî êşkenceyeke xirab tên, di nav de birînên li ser rû, wermandina li ser çavan, pozên şikestî û lêvên bixwîn hene.

‘TIRKIYE HÊZEKE DAGIRKER E’

Rêxistinê got: “Dema ku axa dewletekê, bi awayekî giştî ango nîvkî, dikeve bi kontrola çalak a dewleteke biyanî de bêyî razîbûna hikumeta xwecihî, ew wek axeke "dagirkirî" tê binavkirin. Ev rastiyeke xuya ye û hevdemê kontrolkirina hêzek biyanî ji axê re, divê yasayên dagirkariyê werin bicihanîn.

Rêxistinê bang li dagirkeriya Tirk kir ku kiryarên xwe li dijî welatiyên Bakur û Rojhilatê Sûriyê rawestîne.

(cx)