ROJEVA NAVENDA NÛÇEYAN A 30-01-2021

ROJEVA NAVENDA NÛÇEYAN A 30-01-2021
30 ÇILE, 2021   00:00

-Geşedanên li herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê rû didin dê werin şopandin.

-Çalakiyên li Bakur û Rojhilatê Sûriyê têne lidarxistin dê werin şopandin.

-YPG û YPJ'ê civînekê ji malbatên şehîdan ên bajarê Qamişlo re li dar dixe, saet 09:00'an. (BI WÊNE Û DÎMEN).

-Komxebata duyemîn a hiqûqî ya derbarê "Binpêkirinên mafên mirovan li bajarê Efrînê ya dagirkirî" de li hola Zana ya bajarê Qamişlo li dar dixe, saet 11:00'an. (BI WÊNE Û DÎMEN).

- Hêzên hikumeta Şamê ji demekê ve dorpêça li ser kantona Şehbayê girantir dikin û tevgerên prokovatîf li bajarên herêma Cizîrê pêk tînin. Gelo rastiya van bûyaran çi ye? (BI WÊNE Û DÎMEN).

- Parêzerên ji bajarê Minbicê gotin, li gorî qûnana navneteweyî komkujiya li Til Rifetê sûcekî dijî mirovahiyê ye. Her wiha bang li rêxistinên navnetewî kirin ku erka xwe bi cih bînin û sûcên dewleta Tirk ên li dijî sivîlan brawestînin. (BI WÊNE Û DÎMEN).

DOSYA

- Piştî serweriya DAIŞ`ê li ser Dêrazorê û pêkanîna komkujiyan li dijî şêniyên wê û bi taybetî eşîra El-Şiêtat, herêma Dêrazorê di qonaxeke giran re derbas bû. Lê belê bi rizgarkirina gundewarên rojhilat û rojavayê Dêrazorê ji aliyê şervanên QSD`ê ve, careke din roja azadiyê hilat. (BI WÊNE Û DÎMEN).

HEVPEYVÎN

- Bedran Çiya Kurd gefên dawîn ên dewleta Tirk a dagirker ên li ser herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê û derxistina aloziyan ji aliyê hikumeta Şamê ve wek encama plana hevkariyê  pênase kir û got:“Dixwazin ji çar aliyan ve li dijî herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê êrişan pêk bînin.” (BI WÊNE Û DÎMEN).

POLÎTÎKA

- Ji rûspiyên eşîra Şemer, şêx Ehmed El-Şetî got, ji bo rêgirtina li dijminahî û dagîrkirina herêmên Sûriyê ji aliyê delweta Tirk ve, pêkhateyên Bakur û Rojhilatê Sûriyê amade ne hemû tiştên xwe feda bikin. (BI WÊNE Û DÎMEN).

JIN

- Ji rêveberên Rêveberiya Jinan a Dêrazorê, Şehrezad El-Casim got, qetilkirina Hind û Seida sûcekî hovane li dijî tevahî gelê Ereb û Sûriyayê ye û diyar kir ku ew ê xeta her du şehîdan bişopînin. (BI WÊNE Û DÎMEN).

- Jinên rewşenbîr ên bajarê Minbicê têkildarî komkujiya li Til Rifetê gotin, dewleta Tirk a dagîrker hewl dide ewlehiya herêmê têk bibe û şêniyan bide koçberkirin. Her wiha destnîşan kirin ku gelê herêmê dê bi hev re li hemberî sûcên dewleta Tirk li ber xwe bidin. (BI WÊNE Û DÎMEN).

-Bi boneya salvegera 3'yemîn a êrişên li ser kantona Efrînê, Navenda Çand û Hunerê ya Cemîl Horor ya Helebê pêşangeheke wênexêzan a zarokan vedike, saet 12:00'an. (BI WÊNE Û DÎMEN).

ANHA