'Li gorî qanûna navneteweyî komkujiya li Til Rifetê sûcekî şer e'

Parêzerên ji bajarê Minbicê gotin, li gorî qûnana navneteweyî komkujiya li Til Rifetê sûcekî dijî mirovahiyê ye. Her wiha bang li rêxistinên navnetewî kirin ku erka xwe bi cih bînin û sûcên dewleta Tirk ên li dijî sivîlan rawestînin.

'Li gorî qanûna navneteweyî komkujiya li Til Rifetê sûcekî şer e'
30 ÇILE, 2021   01:28
MINBIC

Di demên dawîn de êriş û binpêkirinên dewleta Tirk a dagîrker li dijî gelên herêmê zêdetir bûn. Êriş bi taybet li ser navçeya Eyn Îsa, gundên Til Temir û Til Rifetê zêde bûn. Herî dawî li Til Rifetê komkujiyek pêk anî, di encamê de 4 sivîl, di nav de koçbereke ji Efrînê şehîd bûn û 9 sivîl birîndar bûn.

Girêdayî mijarê, hejmareke parêzerên ji bajarê Minbicê nêrînên xwe ji ANHA`yê re parve kirin. Endamê Yekitiya Parêzeran a Minbic û gundewarê wê Ehmed Hac Mehmûd diyar kir ku komkujiya li Til Rifetê dewamkirina çanda dewleta Tirk e ku şêniyên herêmê ji warê wan da koçberkirin û got: “Ew dewleteke mêtînger û faşîst e.”

Hac Mehmûd destnîşan kir ku artêşa Tirk a dagîrker û çeteyên wê sûcdarên şer in û ji bo darizandina wan divê dadgeheke naventeweyî bê avakirin û wiha axaftina xwe dewam kir: “Ji ber ku artêşa Tirk a dagîrker û çeteyên wê gelek binpêkirin li dijî şêniyên Bakur û Rojhilatê Sûriyê pêk anîn û şêniyên herêmê ji ber wê yekê hîna azaran dikişînin.”

Hac Mehmûd di dawiya axaftina xwe de bang li hemû parêzer, hiqûqnasên Bakur û Rojhilatê Sûriyê kir ku destek bin û bi hev re kar bikin da ku rêxistinên hiqûqî û mirovî di nava Rêveberiya Xweser de ava bikin û sûcên ku dewleta Tirk li Bakur û Rojhilatê Sûriyê pêk tîne bigihînin aliyên navneteweyî.

Parêzer Umer Berkel komkuijya ku dewleta Tirk a dagîrker û çeteyên wê li Til Rifetê pêk anîne bi komkujiyeke li dijî mirovahiyê bi nav kir û got: "Êrişên li dijî sivîlên Bakur û Rojhilatê Sûriyê bi çekên hewayî siyaseteke plankirî ji bo valakirina herêmê ji şêniyên wê yên resen e.”

Berkel destnîşan kir ku komkujiya li Til Rifetê ne ya yekemîn e û ne ya dawî ye û got, dewleta Tirk a dagîrker berî niha jî gelek komkujî li herêmê pêk anîn.

Umer Berkel bang li rêxistinên navneteweyî kir ku dijminahî û binpêkirinên dewleta Tirk a ên li dijî sivîlên Bakur û Rojhilatê Sûriyê û guhertina demografîk rawestînin.

Endamê Yekitiya Parêzeran a Minbicê parêzer Mehmûd Nebî jî got, komkujiya li ku dewleta Tirk Til Rifetê pêk aniye li gorî qanûna navneteweyî sûcekî li dijî mirovahiyê ye û diyar kir ku qanûna navneteweyî hedefgirtina sivîlan wekî sûcekî şer dihesibîne û got: “Dewleta Tirk berpirsa sereke ya terorê li herêmê ye.”

Mehmûd Nebî di dawiya axaftina xwe de got, raya giştî û rêxistinên hiqûqî û navneteweyî girêdayî aliyên bi hêz in û edaletê û mafan paşguh dikin.

(cx)

ANHA

<iframe width="560" height="315" src="https://www.youtube.com/embed/gnKFVo8PvzU" frameborder="0" allow="accelerometer; autoplay; clipboard-write; encrypted-media; gyroscope; picture-in-picture" allowfullscreen></iframe>