Meclisa Jinan a Bakur û Rojhilatê Sûriyê: Serkeftina Kobanê şoreşek bû

Meclisa Jinan a Bakur û Rojhilatê Sûriyê bi boneya salvegera 6'an a rizgarkirina Kobanê daxuyanî da û got: "Em bejna xwe li hemberî giyanên şehîdên ku xwîna xwe ya pak li ser xaka Kobanê ya berxwedêr dane, ditewînin. Berxwedana Kobanê îsbata şoreşa jinê ye ya ku vegera li serdemên tarî red kirin."

Meclisa Jinan a Bakur û Rojhilatê Sûriyê: Serkeftina Kobanê şoreşek bû
26 ÇILE, 2021   17:22
NAVENDA NÛÇEYAN

Bi boneya salvegera 6'an a rizgarkirina Kobanê ji çeteyên DAIŞ'ê, Meclisa Jinan a Bakur û Rojhilatê Sûriyê daxuyaniyek da.

Daxuyanî wiha ye: "Serkeftina li Kobanê ya 26'ê Çileya 2015'an a li dijî rêxistina DAIŞ'ê serkeftineke ne ji rêzê ye, lê belê şoreşek li dijî despotî, desthilatdarî û tarîtiyê ye.

Piştî berxwedaneke lehengî ku bi mehan domdar kir, YPG û YPJ'ê rêxistina terorîst  têk bir û erşa xîaleta vê ya li Reqayê hejand. Ev berxwedan bû destpêka bi dawîbûna vê xîlafetê.

Hêzên me yên leheng bi bawerî û îsrar li hemberî hewldanên rêxistinên tarî yên ku desteka xwe ji Tirkiyê digire sekinîn. Berxwedana destanî ya li Kobanê hate raberkirin cîhan tevahî mamtayî kir û hişt ku cîhan destekê bide vê hêzê û bû destpêka derbasbûna hêzên Koalîsyona Navneteweyî ya li dijî terorê ji herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê.

Em Meclisa Jinan a Bakur û Rojhilatê Sûriyê bi serbilindî û serferazî vê rojê bi bîr tînin û bejna xwe li hemberî giyanên şehîdan ên ku xwîna xwe ya pak li ser xaka Kobanê ya berxwedêr dane, ditewînin. Berxwedana Kobanê îsbata şoreşa jinê ye ya ku vegera li serdemên tarî ya ku rêxistina terorîst û alîgirên wê dixwestin vegerînin, red kirin.

YPJ'ê şerê rêxistina terorîst a DAIŞ'ê kir û bi ser ket, tevahî mirovî û jin bi taybet ji vê rêxistinê parast. Girên Miştenûr şahidê fedekariya mezin a şehîd Arîn Mîrkan û hevalên wê ye ku tevahî gel û pêkhateyên Bakur û Rojhilatê Sûriyê ji terorê parastin, ji ber vê yekê civaka navnetweyî deyndarê vê fedekariyê ne, nemaze bi rabûna li hemberî gefên domdar ên ji aliyê dewleta Tirk ve û binpêkirinên wê yên plankirî yên li dijî gelên Bakur û Rojhilatê Sûriyê.

Ji ber vê yekê, ji me tê xwestin ku li hemberî hewldanên vegera vê rêxistina terorîst û gefên wê yên li ser herêmê û hewldanên wê yên têkbirina projeya demokratîk a Rêveberiya Xweser û destkeftiyên jinan hevgirtî bin."

ANHA