​​​​​​​Nûnertiya Rêveberiya Xweser a li Başûrê Kurdistanê bi balyoza Kanada ya Iraqê re civiya

Nûnertiya Rêveberiya Xweser a Bakur-Rojhilatê Sûriyê ya li Başûrê Kurdistanê, li gel nûnera balyozxana Kanada ya Iraqê civiya. Di civînê de li ser avakirina dadgehek navnetewî ji bo dadgehkirina çeteyên DAIŞ’ê û êrişên dewleta Tirk ên li ser Rojavayê Kurdistanê axivin.

​​​​​​​Nûnertiya Rêveberiya Xweser a li Başûrê Kurdistanê bi balyoza Kanada ya Iraqê re civiya
26 ÇILE, 2021   16:40
NAVENDA NÛÇEYAN

Îro li Silêmaniyê Berpirsa Ofîsa Balyozxaneya Kanada ya li Başûrê Kurdistanê Kurdistanê Aşlî Durîk, serdana Nûnertiya Rêveberiya Xweser a Bakur-Rojhilatê Sûriye ya li Başûrê Kurdistanê kir. Aşlî Durîk ji aliyê Hevseroka Nûnertiya Rêveberiya Xweser Nûrşen Hesen û endamên nûnertiyê ve hate pêşwazîkirin.

Têkildarî naveroka civînê Endamê Nûnertiya Rêveberiya Xweser Cemîl Rehmano, agahî dan Rojnews’ê û got; “Me di civînê de li ser DAIŞ’iyên di girtîgehên Rojavayê Kurdistanê de axivîn, her wiha me daxwaz kir ku dadgehek navnetewî were avakirin daku çeteyên DAIŞ’ê têde werin dadgehkirin. Me daxwaz kir ku alîkarî bi Rêveberiya Xweser re were kirin ji bo kontrolkirina wan girtiyên DAIŞ’ê.”

Cemîl Rehmano da zanîn yek ji mijarên din ên civînê, gef û metirsiya êrişên dewleta Tirk ên li ser Bakur-Rojhilatê Suriyeyê û rewşa Suriye bi giştî bû.