Şehîdên berxwedana Kobanê hatin bi bîranîn

Şêniyên Kobanê şehîdên meha Çileyê û şehîdên berxwedana Kobanê li ser gorên wan bi bîr anîn.

Şehîdên berxwedana Kobanê hatin bi bîranîn
Şehîdên berxwedana Kobanê hatin bi bîranîn
Şehîdên berxwedana Kobanê hatin bi bîranîn
Şehîdên berxwedana Kobanê hatin bi bîranîn
26 ÇILE, 2021   17:30
KOBANÊ

Bi wesîleya salvegera 6'an a rizgarkirina Kobanê ji çeteyên DAIŞ'ê, şêniyên kantona Kobanê û Meclisa Malbatên Şehîdan serdana goristana Şehîd Dîcle kirin û mûm li ser gorên şehîdan pêxistin.

Piştre endamê Meclisa Rêveber a PYD'ê Ehmed Şêxo got: "Meha Çileyê berxwedana ku tevahî cîhan matmayî kir tîne bîra me. Mîna vê rojê berxwedan gihişt serkeftinê, armancên xwe bi cih anîn û li hemberî terorê bi ser ket."

Şêxo her wiha got: "Şehîdan hiştin ku navê Kobanê ya berxwedêr li tevahî cîhanê were qalkirin."

Bîranîn bi diruşmeyên şehîd namirin û bijî berxwedana Kobanê bi dawî bû.

ANHA