Endama Rêveberiya HDP`ê Sevîm Akdag hate destgîrkirin

Hêzên hikumeta Tirkiyê, li navçeya Peyasê ya Amedê endama Desteya Rêveberiya Navendî ya HDP'ê Sevîm Akdag destgîr kirin.

Endama Rêveberiya HDP`ê Sevîm Akdag hate destgîrkirin
26 ÇILE, 2021   12:50
NAVENDA NÛÇEYAN

Bi fermana Serdozgeriya Komarê ya Enqereyê, di çarçoveya lêpirsîna dijî endamên Tevgera Ciwanên Şoreşger de li şeş bajaran polîsan avêtin ser malan. Di serdegirtinan de li navçeya Farqînê ya Amedê endama Tevgera Ciwanên Şoreşger Narîn Donmez û li navçeya Peyasê endama Desteya Rêveberiya Navendî ya HDP'ê Sevîm Akdag hatin destgîrkirin.

Donmez û Akdag wê ji bo lêpirsînê bibin Enqereyê.

Li gorî agahiyan der barê 14 kesan de biryara destgîrkirinê heye û heta niha 8 kes hatine destgîrkirin.

(cx)