Yekitiya Rewşanbîrên Rojava şehîdên berxwedana Kobanê bi bîr anîn

Bi boneya salvegera 6'mîn a rizgarkirina bajarê Kobanê, Yekitiya Rewşenbîrên Rojavayê Kurdistanê serdana Goristana Şehîd Dicle ya li bajarê Kobanê kir.

Yekitiya Rewşanbîrên Rojava şehîdên berxwedana Kobanê bi bîr anîn
26 ÇILE, 2021   12:36
KOBANÊ

Hejmareke endamên Yekitiya Rewşenbîrên Rojava, bi boneya salvegera 6'emîn a rizgarkirina bajarê Kobanê ji çeteyên DAIŞ'ê serdana Goristana Şehîd Dicle ya bajarê Kobanê ki û şervanên ku di berxwedana Kobanê de şehîd bûne, bi bîr anîn.

Endam û rêveberên Meclisa Malbatên Şehîdan a kantona Kobanê li goristanê şande pêşwazî kirin û piştre gul danîn ser gorên şehîdan.

Hêjayî bibîrxistinê ye ku Yekîneyên Parastina Gel (YPG) û Yekîneyên Parastina Jin (YPJ) di 26'ê Çileya 2015'an de piştî 134 rojên şer, bajarê Kobanê ji çeteyên DAIŞ'ê rizgar kirin.

(dx)

ANHA