Di bombebarana Rûsyayê de 13 çeteyên DAIŞ`ê hatin kuştin

Di bombebarana balafirên Rûsiyayê de 13 çeteyên DAIŞ'ê hatin kuştin. Hemwextî wê yekê li çolistana Sûriyê di navbera hêzên hikumeta Şamê û çeteyên DAIŞ`ê de, şer rû da.

Di bombebarana Rûsyayê de 13 çeteyên DAIŞ`ê hatin kuştin
26 ÇILE, 2021   09:34
NAVENDA NÛÇEYAN

Şeva din li çolistana Meyadîn di navbera hêzên hikumeta Şamê û çeteyên DAIŞ`ê de şer derket, hemwextî wê hêzên hikumetê derdorê cihê şer topbaran kir.

Navenda Çavdêriya Mafên Mirovan a Sûriyê (SOHR), ragihand ku di operasyonên lêgerîna li şaneyên DAIŞ`ê li herêmê de, 5 endamên komên çekdar ên alîgirên hikumeta Şamê hatine kuştin. SOHR`ê her wiha ragihand ku di êrişên asîmanî yên balafirên Rûsyayê de 13 çeteyên DAIŞ`ê hatine kuştin.

Duh, balafirên şer ên Rûsyayê li dijî cihên bicihbûna çeteyên DAIŞ'ê li sêgoşeya Heleb-Hema-Reqa û li ser rêya Humis-Dêrazorê, êrişên asîmanî pêk anîn.

Bombebarana dijwar a balafirên Rûsya li çolistanê, piştî kemîna çeteyên DAIŞ'ê li çola El-Şûla yê gundewarê Dêrazorê pêk hat, ku erebeyên leşkerî hatibûn hedefgirtin û di encamê de 4 endamên hêzên hikumeta Şamê hatin kuştin û 10 birîndar bûn.

 (dx)