Wayne Marotto: Kurd bûne mînaka hevkarekî jêhatî û pêbawer

Berdevkê Hêzên Koalîsyona Navneteweyî ya li dijî DAIŞ`ê Wayne Marotto bi boneya salvegera 6`emîn a rizgarkirina Kobanê ji çeteyên DAIŞ`ê, peyama pîrozbahiyê şand.

Wayne Marotto: Kurd bûne mînaka hevkarekî jêhatî û pêbawer
26 ÇILE, 2021   09:44
NAVENDA NÛÇEYAN

Berdevkê Fermî yê Hêzên Koalîsyona Navneteweyî ya li dijî DAIŞ`ê Wayne Marotto li ser Twîtterê bi zimanê kurdî û inglizî peyama pîrozbahiyê weşand û tê de wiha got: “Îro roja azadkirina Kobanê ye. Di 26`ê Çileya 2015`an de şervanên Kurd, bi piştgiriya ezmanî ya @CJTFOIR, Kobanî azad kirin û têkbirina DAIŞ`ê baş nîşanî cîhanê dan. Her wiha, armanca wan a stratejîk jî red kirin. Em Kurdan pîroz dikin ku îro bûne mînaka hevkarekî jêhatî û pêbawer.”

(bx)