Komîteya destûra Sûriyê civîna xwe bê encamp bi dawî kir

Dezgehên çapemeniyê eşkere kirin ku gera pêncan a civînên komîteya destûra Sûriyê, li gel ku nakokî berdewam in îro civîna xwe bi dawî kir.

Komîteya destûra Sûriyê civîna xwe bê encamp bi dawî kir
25 ÇILE, 2021   21:03
NAVENDA NÛÇEYAN

Gera pêncan a dan û standinên komîteya destûrê di navbera nûnerên hikumeta Şamê û komên girêdayî dewleta Tirk de li avahiya Neteweyên Yekbûyî (NY) li Cinevê li gel dûrxistina nûnerên rastîn ên gelê Sûriyê, destpê kir.

Desteya dan û standinan ragihand ku xebatên gera yekemîn a komîteya destûrê ya biçûk bi dawî bû.

Desteya biçûk ji 45 endaman pêk tê; 15 hikumeta Şamê, 15 komên alîgirên dewleta Tirk, diviyabû ku 15 endamên din nûnerên saziyên sivîl bûna, lê ew jî nûnerên hikumeta Şamê û Enqereyê ne.

Desteya dan û standinan destnîşan kir ku tê payîn ku gera niha heta 29`ê vê mehê bi çavdêriya şandeyê taybet ê Sûriyê Gerr Pederson berdewam bike û rojê du civîn li dar kevin.

Çavkaniyan eşkere kir ku serokê hevbeş ê şandeya hikumeta Şamê Ehmed El-Kizberî pêşniyarên girêdayî xebatên gerê û mekanîzmeya nirxandina rêgezên bingehîn ên destûrê red kirine.

Heta niha gerên komîteya destûra Sûriyê bi ser neketine, li gel ku ji ber zexta dewleta Tirk û hevkariya Rûsya û hikumeta Şamê pê re, nûnerên Bakur û Rojhilatê Srûiyê jê hatine dûrxistin.

(şx)