Şêxên Minbicê: Aliyên derve dixwazin fitneyê di navbera civakê de derxînin

Şêx û rûspiyên eşîreyên Minbicê gotin aliyên derve dixwazin fitneyê di navbera beşên civakê de derdixin.

Şêxên Minbicê: Aliyên derve dixwazin fitneyê di navbera civakê de derxînin
26 ÇILE, 2021   08:21
MINBIC – SELWA EBDULREHMAN

Ji rûspiyên eşîra El-Demalxa Ebdulrezaq Ismaîl got armanc ji fitneya ku ji aliyê hin aliyên derve li herêmên Rêveberiya Xweser derdikevin ew e ku zerarê bighînin civakê.

Ebdulrezaq Ismaîl ji ajansa me re wiha axivî: "Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê ji roja damezirandina wê ve rewşên eşîrên herêmê di ber çavan re derbas dike. Dixebite da ku bibin dendika civakê. Di rastiyê de şêxên eşîran di aloziyan de cihên ewlehiya civakê ne. Ji ber ew in ên ku aloziyan çareser dikin û civakê ber bi aştiyê, hevgirtina civakî di navbera pêkhate, qebîle û şêxên eşîran ve, dibin."

Ebdulrezaq Ismaîl anî ziman ku kesên ku şêxên eşîran dikin hedef, tevahiya civakê dikin hedef, ji ber ji kuştina şêx û rûspiyan dixwazin tevahî civakê bikujin û fitneyê derxînin da ku civak ji hev bikeve.

Şêx Ebdulrezaq Ismaîl di dawiyê de ev tişt got: "Divê civak, rûspî û zarokên eşîran bi hemû hêza xwe li hember binpêkirinan bisekinin. Ji ber ew ne tenê şêx û rûspiyan dikin hedef, lê belê hemû civakê dikin hedef."

Her wiha şêxê eşîra El-Benî El-Esîdî Mihmed Sadiq El-Esîdî destnîşan kir ku ew weke eşîrên Minbic û gundewarên wê dê li hember destwerdanên derve yên dewleta Tirk bisekinin, ji ber şêx û rûspiyên eşîran dendika rastiya civaka eşîrtî li Sûriyê ne.

Mihemed Sadiq El-Esîdî wiha domand: "Em weke zarokên vî welatî bang li gelê xwe yên derve dikin ku li welatê xwe vegerin û bi zarokên welatê xwe re bibin yek."

El-Esîdî destnîşan kir ku dewleta Tirk û hêzên mêtînger dixwazin aramî û ewlehiya herêmê bi rêya kuştina şêx û rûspiyan xira bikin da ku tevlîheviyê di navbera pêkhateyên herêmê de, derxînin.

El-Esîdî piştrast kir ku ew ê bi QSD`ê re li Bakur û Rojhilatê Sûriyê bisekinin da ku parastina gelê xwe bikin û wiha domand: "Dewleta Tirk gelê Sûriyê ber bi Lîbya, Yemen û Ezrebeycanê ve dişîne. Xwîna gelê Sûriyê li gel dewleta Tirk pir erzan bûye. Çawa dixwaze wan dimeşîne û wan ber bi dewletên ku dixwaze armancên xwe lê pêk bîne ve, dişîne."

Di dawiyê de şêx Mihemed Sadiq El-Esîdî bal kişand ser kuştina rûspiyên eşîran û got armanca ew e  ku civakê parçe bikin.

(bx)

ANHA

<iframe width="560" height="315" src="https://www.youtube.com/embed/E1YcznAIwMA" frameborder="0" allow="accelerometer; autoplay; clipboard-write; encrypted-media; gyroscope; picture-in-picture" allowfullscreen></iframe>