​​​​​​​Şêniyên Tirbespiyê bang li ENKS`ê kir ku ji îtîlafê vekişe 

Şêniyên navçeya Tirbespiyê bang li ENKS`ê kir ku ji Îtîlafa Sûrî vekişe û di diyalogên kurdî de nerm be.

​​​​​​​Şêniyên Tirbespiyê bang li ENKS`ê kir ku ji îtîlafê vekişe 
26 ÇILE, 2021   05:54
RÊNAS REMO-QAMIŞLO

Şêniyên navçeya Tirbespiyê ya kantona Qamişloyê bang li Encumena Nîştimanî ya Kurd li Sûriyê (ENKS) kir ku bi Partiyên Yekitiya Niştimanî ya Kurd (PYNK) û Rêveberiya Xweser re hevkar be da ku yekitiya kurdî misoger bibe.

Nayîf Mihemed Emîn got ku tişta ku îro ji hemû partî û kesayetên siyasî yên kurdî tê xwestin ew e ku piştgiriya însiyatîfa yekitiya kurdî ya li her çar parçeyên Kurdistanê, nexasim li Rojava bikin.

Emîn da zanîn ku Rojava ji hemû aliyan ve rastî xeteriyê tê bi taybet xeteriya ji aliyê artêşa Tirk a dagirker û çeteyên wê ve yên ku herêmên Rojava dagir kirin, xêr û bêra wê jî talan kirin.

Nayîf Mihemed Emîn diyar kir ku ENKS`ê hîn jî di nav îtîlafa tirkî de ye û rayedarên wê li dijî Rêveberiya Xweser daxuyaniyan didin ku xizmeta dijminatiya doza kurd, di serî de dewletaTirk a dagirker dike. Her wiha destnîşan kir ku divê ENKS'ê ji hincet û îdiayan dûr bikeve û ji bo pêkanîna yekitiyê bi Rêveberiya Xweser re hevkar be.

ꞌJI HEVKARIYÊ RE ÊDÎ BES Eꞌ

Li aliyekî din jî Fatima Bekir got ku dagirkera Tirk dijminê herî mezin ê doza Kurd e, ji ber vê yekê divê ENKS`ê dev ji hevkariya xwe pê re berde û li daxwazên gelê Kurd guhdarî bike.

ꞌJI ÎTÎLAFÊ VEKIŞEꞌ

Ji aliyê xwe ve Ebdulrehman Hesen, ENKS`ê hişyar kir ku têkiliyên wê bi îtîlaf û dewleta Tirk re zirarê bi gelê Kurd dikin û bang lê kir ku têkiliyên xwe bi dewleta Tirk a dagirker re qut bike, têkiliyên xwe bi Rêveberiya Xweser re baş bike, di diyalogên kurdî de nerm be û yekitiya kurdî biparêze.

Ebdulrehman di dawiyê de bi bîr xist ku beriya niha wêneyên nûnerê ENKS'ê di Îtîlafa Sûriyê de Ebdullah Gedo belav bûn ku li kêleka qatilê şehîd Hevrîn Xelef fatîhê li ser gora çeteyekî artêşa Tirk a dagirker ku li Efrînê dixwîne. Ebdulreheman derbarê vê yekê de got: “Heke hûn yekitiya kurdî dixwazin divê hûn ji Îtîlafa Sûrî vekişin û hevkariyê bi dijminê kurdan re nekin.”

(eh)

ANHA

<iframe width="560" height="315" src="https://www.youtube.com/embed/lrVDC60TdmQ" frameborder="0" allow="accelerometer; autoplay; clipboard-write; encrypted-media; gyroscope; picture-in-picture" allowfullscreen></iframe>