Yekitiya Parêzeran a Efrînê banga serbesetberdana rêber Abdullah Ocalan kir

Yekitiya Parêzeran a Efrînê îro bi daxuyaniyekê banga rakirina tecrîda li ser rêber Abdullah Ocalan kir.

Yekitiya Parêzeran a Efrînê banga serbesetberdana rêber Abdullah Ocalan kir
24 ÇILE, 2021   14:09
ŞEHBA

Parêzer û mafnasên ji Yekitiya Parêzeran a Efrînê, endamên partiyên siyasî, rêxistinên civaka sivîl li pêşiya avahiya Dîwana Edaleta Civakî ya li gundê Til Sosin a kantona Şehbayê kom bûn. Daxuyanî ji aliyê endama Yekitiya Parêzeran Roşîn Hido ve hat xwendin.

Di destpêka daxuyaniyê de behsa komploya ku ji aliyê rêxistina Gladio û îstixbarata dewleta Tirk û bi hevkariya Yewnanistan û Kenyayê li dijî rêber Abdullah Ocalan di 15`ê Sibata 1999`an de, hat kirin.

Her wiha hat diyarkirin ku komploya li dijî rêber Abdullah Ocalan yek ji xelekên rêzekomployên e ku heta niha rastî gelê herêmê tên, bi taybet gelê Kurd.

Di dawiyê de Yekitiya Parêzeran a Efrînê bang li Meclisa Mafên Mirovan a NY`yê, Rêxistina Efûyê ya Navneteweyî, YE û Dadgeha Mafên Mirovan a Ewropayê kir ku destwerdana bi lez bikin û dewleta Tirk a dagirker neçar bikin ku rêber Abdullah Ocalan serbest berdin.

(bx)

ANHA