Li Derayê di navbera Firqeya 4`an û komên çekdar de şer derket

Hêzên hikumeta Şamê gundewarên rojavayê Derayê topbaran kirin. Her wiha di navbera hêzên hikumeta Şamê û koma Fecir El-Selam de şer rû da.

Li Derayê di navbera Firqeya 4`an û komên çekdar de şer derket
24 ÇILE, 2021   12:34
NAVENDA NÛÇEYAN

Li gorî Navenda Çavdêriya Mafên Mirovan a Sûriyê (SOHR) piştî ku Firqeya 4`an êrişî baregeheke fermandarekî berê yê koma bi nave "Fecir El-Selam" kir, ji saetên sibê ve li bajarê Tefis ê rojavayê Derayê şer rû dide.

Duh, Firqeya 4'an a girêdayî hêzên hikumeta Şamê ji navenda herêma rojavayê Derayê xwest ku çekên giran ên komên li bajarê Tefisê radestî wan were kirin û kesayetên ku lihevhanîn qebûl nekirine, radestî wan bikin da ku tu êriş çênebe.

Komên Fecir El-Selam ên girêdayî "Artêşa Azad", derketina ji bajarê Derayê red kir, her wiha di Tîrmeha 2018'an ve bi Rûsyayê re projeyeke çareseriyê pêk anî.

(dx)