Desteya Jinan: Bi kuştina her du jinan dixwazin îradeya jinan têk bibin

Desteya Jinan a Rêveberiya Xweser kuştina hevseroka meclisa bajarokê Til El-Şayir û cîgira wê şermezar kir û got ev yek tê wateya ku çete dixwazin îrade û hêza jinan di projeya rêveberiya xweser de têk bibin.

Desteya Jinan: Bi kuştina her du jinan dixwazin îradeya jinan têk bibin
24 ÇILE, 2021   12:59
NAVENDA NÛÇEYAN

Hevseroka meclisa bajarokê Til El-Şayir a girêdayî navçeya Deşîşa a kantona Hesekê Sada El-Feysel El-Hermas û cîgira wê Hind Letîf El-Xidêr roja înê ji aliyê kesên nenas ve hatin revandin û kuştin.

Di vê derbarê de Desteya Jinan a Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê bi daxuyaniyekê kuştina her du jinan şermezar kir û destnîşan kir ku dijminên projeya rêveberiya xweser hewl didin vê projeya ku armanca wê azadiya jinan e, têk bibin.

Desteya Jinan sersaxî ji malbatên her du şehîdan re xwest û tekez kir ku ew ê projeyên xwe heta pêkanîna aramî û ewlehiya li Sûriyê, berdewam bikin.

Daxuyanî wiha ye: "Di demekê de ku gelên Bakur û Rojhilatê Sûriyê ji bo azadî, pêkanîna aramî û ewlehiyê li herêmê tê dikoşin, hêzên QSD`ê erka xwe ya sereke ku ew jî tunekirina şaneyên veşartî yên girêdayî DAIŞ`ê, didomînin.

Jin her tim di bersivdayîna DAIŞ`ê de di qada leşkerî de bûn. Rola wê ji destpêka avakirina Rêveberiya Xweser de pêşeng bû. Hebûna xwe bi hemû hêza xwe di aliyê siyasî, aborî û rêveberiyê de îsbat kir.

Dijminên projeya rêveberiya xweser dixwazin ev projeya ku armanca wê azadiya jinan e, têk bibin. Ji ber wê jî her tim jinên di nava Rêveberiya Xweser de têne hedefgirtin û mînaka wê jî bûyera ku roja înê li bajarokê Til El-Şayir ê girêdayî kantona Hesekê çêbû. Hevseroka meclisa bajarok û cîgira wê ji aliyê kesên nenas ve hatin revandin û hatin kuştin. Sûcekî din li dîroka çeteyan hate zêdekirin.

Ev sûc tê wateya ku çeteyên terorîst li herêmê tiştekî wan nemaye û dixwazin sûcên bi vî awayî li herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê pêk bînin da ku îrade û hêza jinan têk bibin.

Em sûcê li dijî her du hevrêyên xwe di meclisa bajarokê Til El-Şayir de şermezar dikin. Em sersaxiyê ji malbatên her du şehîdan re dixwazin û em tekez dikin ku em ê projeya pêkanîna aramî û ewlehiya li Sûriyê û tevahî cîhanê, berdewam bikin.

Em bang li cîhanê, rêxistinên mafnas, mirovî û taybet rêxistinên jinan dikin ku li hember kirin û komkujiyên li dijî jinan bisekinin."

(bx)

ANHA