​​​​​​​Hêzên Ewlekariya Hundirîn: Mîlîsên Dîfaa Wetenî dixwazin îstiqrara herêmê têk bibin

Hêzên Ewlekariya Hundirîn tekez kir ku dê destkeftiyên bi saya fedekariyên şehîdan hatine bidestxistin biparêzin û got armanca êrişa mîlîsên Dîfaa Wetenî li dijî nuqteya wan, têkbirina îstiqrara herêmê ye.

​​​​​​​Hêzên Ewlekariya Hundirîn: Mîlîsên Dîfaa Wetenî dixwazin îstiqrara herêmê têk bibin
24 ÇILE, 2021   07:55
NAVENDA NÛÇEYAN

Duh êvarê, endamên “Dîfaa Wetenî” yên ser bi hikumeta Şamê ve êrişî nuqteyeke kontrolê ya Hêzên Ewlekariya Hundirîn li taxa Helko ya bajarê Qamişlo kirin û gule lê reşandin.

Hêzên Ewlekariya Hundirîn di çarçoveya parastina rewa de, bersiva êrişê dan û li ser wê yekê şer derket.

Girêdayî mijarê, duh êvarê Hêzên Ewlekariya Hundirîn a Bakur û Rojhilatê Sûriyê daxuyaniyek da û tê de wiha got:

 “Duh (23`ê Çile) di saet 6:00`ê êvarê de, mîlîsên Dîfaa Wetenî yên girêdayî hikumeta Sûriyê êrişî nuqteyeke kontrolê ya hêzên me li taxa Helko ya Qamişlo kirin û gul li me reşandin. Li ser wê yekê di navbera hêzên me û mîlîsên Dîfaa Wetenî de şer derket. Me di çarçoveya parastina rewa de bersiva êrişê da û nuqteyên xwe parastin.

Wekî Hêzên Ewlekariya Hundirîn em piştrast dikin ku kiryarên bi vê rengî, têkbirina îstiqrara herêmê armanc dikin. Em ji gelê xwe re tekez dikin ku em destkeftiyên bi saya fedekariyên şehîdan hatine bidestxistin biparêzin.”