YPG'ê bi malbatên şehîdan ên Qamişloyê re civiya

Bi slogan "Şehîd felsefeya jiyana azad e" îro Yekîneyên Parastina Gel (YPG) ji  malbatên şehîdan ên taxên Kornîş, Hilêhiyê û gundê Hîmo yên bajarê Qamişlo civînek li dar xist.

YPG'ê bi malbatên şehîdan ên Qamişloyê re civiya
YPG'ê bi malbatên şehîdan ên Qamişloyê re civiya
YPG'ê bi malbatên şehîdan ên Qamişloyê re civiya
YPG'ê bi malbatên şehîdan ên Qamişloyê re civiya
YPG'ê bi malbatên şehîdan ên Qamişloyê re civiya
YPG'ê bi malbatên şehîdan ên Qamişloyê re civiya
YPG'ê bi malbatên şehîdan ên Qamişloyê re civiya
23 ÇILE, 2021   16:05
QAMIŞLO

Civîn li hola Rewabî ya li aliyê rojavayê bajarê Qamişlo hate lidarxistin. Hol bi alên YPG, YPJ, QSD, Meclisa Malbatên Şehîdan û wêneyên rêber Abdullah Ocalan hate xemilandin.

Civîn bi rêzgirtinê dest pê kir, dûvre Berdevkê Fermî yê YPG`ê Nûrî Mehmûd axivî û got: "Ji bo min cihê serbilindayîyê ye ku ez li vir û li hemberî malbatên şehîdan sekinîme, şehîdan ji bo parastina zarokên welatê xwe li ser bingehên demokratiyê û parastina mirovahiyê canê xwe feda kir."

Nûrî Mehmûd da zanîn ku malbatên şehîdan pêşengên wan in û wiha gotina xwe dewam kir:"Heke ne ji fikir û helwesta şehîdan û erka parastina xakê ku girtin ser xwe bûya dê herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê herêmên DAIŞ`iyan bûya, li Bakur û Rojhilatê Sûriyê derdora 11 hezar şehîd hene û li dijî DAIŞ û sîstemên şofînîst ên tundrew ku artêşa Tirk di nav de ye, efsaneyên dîrokî nivîsandine."

Berdevkê Fermî YPG`ê Nûrî Mehmûd got ku divê her kes bi erka xwe rabe, destkeftiyên ku bi saya şehîdan hatine bidestxistin, biparêzin û bi vî awayî ew bikarin xwe bigihînin Sûriyeke demokrat, destûrekî demokrat ku rêzê ji azadiyê, rûmet, çand û ola civakan re bigire.

Di dawiya civînê de Koma Botan a Desteya Çand û Hunerê ya herêma Cizîrê stranên der barê şehîdan gotin û zarokekê ji Koma Kulîlkên Kurdistanê helbestek xwend.

(eh)

ANHA