MXDŞ: Dewleta Tirk tiştê ku bi DAIŞ’ê nikaribû bike vê carê dixwaze bixwe bike

Meclîsa Xweseriya Demokratîk a Şengalê (MXDŞ) têkildarî gefên dewleta Tirk ên li ser Şengalê daxuyaniyek da. MXDŞ’ê got:“Dewleta Tirk tiştê ku bi DAIŞ’ê nikaribû bike vê carê dixwaze bixwe bike.''

MXDŞ: Dewleta Tirk tiştê ku bi DAIŞ’ê nikaribû bike vê carê dixwaze bixwe bike
23 ÇILE, 2021   16:02
NAVENDA NÛÇEYAN

MXDŞ’ê di derbarê gefên dewleta Tirk ên li ser Şengalê de, daxuyaniyek nivîskî belav kir.

MXDŞ’ê di daxuyaniya xwe de diyar kir ji ber ku civaka Êzidî li Şengalê çand û baweriya xwe parastiye, dewleta Tirk bi gef û êrişan dixwaze Êzidiyan ji Şengalê dûrxe.

Daxuyaniya MXDŞ’ê wihaye;

 Dewleta Tirk dixwaze civaka Êzidî qir bike, law ra Şengalê dike hedef. Ji ber Şengal paytexta êzidiyan e û her tim civaka Êzidî li Şengalê çand û baweriya xwe parastiye, law ra dewleta Tirk bi van gefan dixwaze êzidiyan ji Şengalê dûr bike. Dewleta Tirk naxwaze Êzidî vegerin malên xwe. Gelê me yê Êzidî ku di fermanê re debas bû, dewleta Tirk jî bi hemû awayî destek da çeteyên DAIŞ’ê û gelê me di komkujiyan re derbas kir.

Piştî ku êzidiyan dest bi xwe rêxsitinê kir û li ser destê keç û xortên me axa Şengalê hate rizgarkirin êdî dewleta Tirk tiştê ku bi DAIŞ’ê nikaribû bike vê carê dixwaze bixwe bike.

Çawa di 3’yê Adara 2017’an dibin navê çeteyên Roj de êriş bire ser bajaroka Xanesorê û zarokê  me kirin hedef, vê carê jî dixwaze dibin navên cûda cûda de rêxistina êzidiyan a li Şengalê ji holê rake.

Di 9’ê Cotmeha 2020’an de deweta Tirk bi hevkariya PDK’ê peymanek li dijî îradeya êzidiyan da îmze kir. Her çiqas dewleta Tirk xwe ji vê peymanê dûr nîşan da jî, lê piştî bertek û berxwedana gele me ya li dijî vê peymanê, êdî destê dewleta Tirk a di vê peymanê de derket holê.

Bi seredana wezîrê parastinê yê Tirk a ji bo Hewlêr û Bexdayê re, hevkariya PDK’ê ya bi Tirkiyeyê re ya ku dixwazin Şengalê ji êzidiyan vala bikin, zelaltir bû.

Em wek Meclîsa Xweseriya Demokratîk a Şengalê dema me xwe li civaka xwe kir xwedan û dest bi rêxstinkirina ciwanên xwe kir, me texmîn dikir ku dijminê me wê bi hemû awayî hewil bide rê li ber tifaq û rêxsitina êzidiyan bigre.

Lê em ji raya giştî ya cîhanê re radigehînin yê di rojên herî teng de li Şengalê xwedî derket, em in. Me xwe bi xwe rêxistin kir û herêmên xwe ji çeteyan paqij kirin. Me pêşwazî li gelê xwe yê koçber kir û heya niha jî em li ser rêvebirina xwe berdewamin.

Bila her kes zanibe gavên me ji bo azadiya Êzidxanê dayîn avêtin em ê qet ji wan gavan bi paş de neavêjin. Em ê têkoşîn û berxwedana xwe berdewam bikin. Gefên dewleta Tirk wê nikaribin me ji têkoşîn û doza me bi dûr bixin.

Em herî dawî bang li gelê xwe dikin Ii dijî her cûre êrişên ne merdane bila hişyar bin. Siyasetmedar, rûspî û pêşengên Êzidiyan, dem dema yekitiyê ye. Pêwîste her kesê ji bo Êzidxanê kar dike, helwesta xwe ji bo gelê xwe diyar bike.”