YE'yê ceza li Wezîrê Karê Derve yê hikumeta Şamê birî

Yekitiya Ewropayê cezayên nû li hikumeta Şamê birî, navê Wezîrê Karê Derve Feysel Miqdad di lîsteya cezayan de ye.

YE'yê ceza li Wezîrê Karê Derve yê hikumeta Şamê birî
15 ÇILE, 2021   14:41
NAVENDA NÛÇEYAN

Yekitiya Ewropayê ceza li 7 wezîrên hikumeta Şamê birî, wezîrê karê derve Feysel Miqdad di nav de ye.

Konseya Yekitiya Ewropayê di belgeyekê de ku di kovara xwe ya fermî de weşandiye got: "Miqdad ê ku di Çileya borî de, piştî Welîd El-Mûelim bû wekî wezîrek di hikumetê de ji kiryarên tundî yên ku rejîma Sûriyê pêk li dijî sivîlên tîne, berpirsyartiyê digir."

Lîsteya cezayan li dijî Sûriyê zêdeyî 300 kesan e, Beşar Esed û malbata wî di nav de ye. Her wiha bazirganiya bi temam bi Sûriyê re hate qedexekirin.