Têkoşîna Kongreya Star 16 sal li pey xwe hişt

Ev 16 sal in ku Kongreya Star ji bo pêşxistina rewşa jinan tê dikoşe û li Bakur û Rojhilatê Sûriyê guhertineke balkêş di rewşa jinan de çêkir.

Têkoşîna Kongreya Star 16 sal li pey xwe hişt
15 ÇILE, 2021   05:46
QAMIŞLO-SOLÎN EHMÊ

Cemîla ya ku ji aliyê hevserê xwe lêdan xwariye û rûyê ji kulma lêdanê şîn-mor bûye, serî li Mala Jinan a li Qamişloyê dide da ku pirgirêka wê ya bi hevserê wê re çareser bike. Cemîla dibêje têkiliyên hevserê wê bi jineke din re hene.

Cemîla dibêje ku hevserê wê rojane lê dixist, lê wê dengê xwe nekir û tehemul kir. Di dawiyê de berê xwe da Mala Jinan da ku pirsgirêka xwe çareser bike.

Pirsgirêka Cemîla yek ji hezar û 67 pirsgirêkên ku Mala Jinan a Kongreya Star a herêma Cizîrê di 2020`an de çareser kirine. Pirsgirêkên ku kongreyê çareser kirine girêdayî pirsgirêkên malbatî, zewicandina di temenê biçûk de, tundî  û kuştin û hwd ne.

STARGEHEKE EWLE

Kongreya Star bi rêya malên jinan ên ku li herêmên cuda yên Bakur û Rojhilatê Sûriyê vekirine û komîteyên girêdayî wê  ji tevahiya jinan re bû stargeheke ewle.

/kr/uploads/files/2021/01/14/204515_-.webp

Henîfe Mihemed  yek ji endameke kevn  Kongreya Star e û niha di rêveberiya Komîteya Lihevanînê ya Kongreya Star de cih digire. Henîfe diyar kir ku kongreyê ji destpêkê ve bi hezaran jin hemêz kir, bi hezaran doz çareser kir û ji bo pêkanîna mafên jinan bû meqsed.

PÊNASE

Kongreya Star rêxistineke jinan e ku li Bakur û Rojhilatê Sûriyê, Lubnan û Başûrê Kurdistanê çalak e. Di 15`ê Çileya 2005`an de bi navê Yekitiya Star ava bû. Lê di Kongreya 6`an de ku di 2016`an de lidar ketiye, navê wê bû Kongreya Star. Henîfe derbarê sedemên guhertina navê kongreyê de wiha axivî: “Piştî ku birêxistinkirina me fireh bû, rola jinan di civakê de li ser tevahiya astan çalaktir bû û ji bo ku bibe parêzvanê tevahiya jinan, pêwîstî hebû ku yekitî fireh bibe.” 

12 KOMÎTE

Kongreya Star jinan di 12 komîteyên perwerde, akademî, siyaset, parastina civakî, maf û edalet, aboriya komînal, malî, têkilî, çand û huner, tenduristî, ragihandin, hawîrdor û komîteya civakî de bi rêxistin dike.

Erka her komîteyekê cuda ye. Mînak komîteya aboriya komînal, têkildarî xuyakirin aborî û rêbazên pêşxstina warê jiyanî û aborî yê jinan e. Komîteya perwerdeyê armanc dike ku jina birêxistinkirî ku xwe nas dike ava bike. Komîteya siyasî jî têkildarî pêşxistin û xurtkirina nirxên siyaseta demokratîk li cem jinan kar û xebatên xwe dimeşîne. Komîteya çand û hunerê jî, parastina çandên civakên ku bi qirkirinê re rû bi rû mane, armanc dike.

AKADEMÎ

Kongreya Star di çareserkirina pirsgirêkên jinan ji tevahiya astan de dixebite. Ji bo bilindkirina karînên jinan û ji bo jin maf û erkên xwe di tevahiya waran de nas bikin, 6 akademî vekirin. Di wan akademiyan de waneyên têkildarî dîroka jinan, zanista jinan (jineolojî) û mijarên din ên girêdayî jinan têne dayîn.

Kongreya Star li ser asta Bakur û Rojhilatê Sûriyê ji bo her du pêkhateyên Kurd û Ereb 70 malên jinan û 2 malên jinan ji bo jinên suryanî bi navên “Eşterût” vekirin. 

/kr/uploads/files/2021/01/14/204553_-.webp

Endama rêveberiya Mala Jinan a kantona Qamişlo Behiye Murad derbarê mijarê de got: “Bi pêşketina Mala Jinan re, êdî piraniya jinên ku pirsgirêkên wan hene, berê xwe didin Kongreya Star û dozên xwe çareser dikin.”

KAMPÊN KOÇBER Û PENABERAN

Bi dagirkirina Efrînê re sala 2018`an, Serêkaniyê û Girê Spî sala 2019`an, şêniyên herêmên dagirkirî neçar man ji warên xwe koçber bibin û di nava kampan de bi cih bûn. Kongreya Star girîngî da xebatên birêxistinkirina jinan di nava kampan de. Ji bo wê piştgiriya jinan kir û pirsgirêkên wê yên ku di encama koçberiyê û şerên li herêmê de derketine, çareser kirin. Henîfe di vî warî de da xuyakirin ku êrişên artêşa Tirk a dagirker ên li dijî herêmê bi awayekî neyînî bandor li jinan kir.

ARMANCÊN NÛ JI BO PÊŞXISTINÊ

Henîfe Mihemed dibêje ku Kongreya Star di salên derbasbûyî de, girîngî da warê rêxistinî. Lê di sala bê de dê ji bo ragihandina birêxistinkirina jinan û dengê wê ji cîhanê re kar bike. Henîfe wiha domand: “Pêşxistina jinan di warên siyasî, qanûn, rêxistinî de û bilindkirina asta tevlêbûna jinan di Rêveberiya Xweser de ji girîngtirîn projeyên sala bê ne.”

Henîfe di dawiyê de bang li tevahiya jinan ên li Bakur û Rojhilatê Sûriyê û jinên ciwan kir ku û got: “Me têkoşîn kir heta ku em gihaştin vê astê. Niha divê em bi awayekî bêtir xwe birêxisitn bikin da ku têkoşîna jinan pêş bixin.”

(şx)

ANHA