​​​​​​​Rûspiyên eşîrên Dêrazorê: Em ê li hemberî planên ku herêmê dikin hedef, bisekinin

Rûspiyên eşîrên Dêrazorê destnîşan kirin ku armanca êrişên suîqestê yên li dijî kesayetên eşîr û rêveberiya sivîl, têkbirina Rêveberiya Xweser û derxistina fitneyê ye. Rûspiyan gotin ku ew ê li hemberî planên ku herêmê dike hedef, bisekinin.

​​​​​​​Rûspiyên eşîrên Dêrazorê: Em ê li hemberî planên ku herêmê dikin hedef, bisekinin
15 ÇILE, 2021   01:16
DÊRAZOR- FATME EL-EBID

Rûspiyên eşîran destnîşan kirin ku bi xurtkirina hevkariyê di navbera rêveberî û eşîran de dê tevahî planên ku aramiya herêmê dike armanc, têk bibe.

Di van demên dawî de rûspiyên eşîran ên ku li meclisên herêmî yên Dêrazorê dixebitin, hatin kuştin.

/kr/uploads/files/2021/01/14/204958_-.webp

Li ser mijarê, rûspiyê eşîra El-Xubrat, Dehbel El-Xubra "Kiryarên kuştinê û aliyên ku destekê didin terorê" şermezar kirin û got: "Ev sûc li dijî şêx û rûspiyên eşîran, serokên meclisên sivîl û leşkerî û hemû kesên di nava Rêveberiya Xweser de kar dikin tên kirin."

El-Xubra diyar kir ku armanc ji kuştinan, têkbirina Rêveberiya Xweser û belavbûna fitneyê di nav eşîran de ye. Her wiha îşaret pê kir ku kesên ku bûyerên kuştinê pêk tînin, tên jimartin û hewl didin herêmê xirab bikin.

Dehbel El-Xurba ev tişt anî ziman: "Em texmîn dikin ku hin dewlet destekê didin şaneyên terorîst da ku van kiryaran pêk bînin."

/kr/uploads/files/2021/01/14/205035_-.webp

Rûspiyê eşîra Şiêtat, Umer Ebdulrezaq El-Behr destnîşan kir ku armanca hikumetên derdorê hene ew e ku bi qetilkirina sivîlan ewlehiya herêmê xirab bike û fitneyê  di navbera eşîran de derxînin.

/kr/uploads/files/2021/01/14/205056_-.webp

Rûspiyê eşîra El-Bixul, Ebdullwehab El-Hemûd jî destnîşn kir ku armanc ji van kuştinan têkbirina Rêveberiya Xweser û aramiya herêmê ne wiha got: "Em ê li kêleka gelê xwe mil bi mil van planan hilweşînin."

/kr/uploads/files/2021/01/14/205125_-.webp

Rûspiyê eşîra El-Sayil, Hemada Ebdulezîz sûcên qetilkirinê ku li Dêrazorê têne kirin red kirin û got ku armanc ji kiryarên bi vî rengê têkbirina ewlehiya herêmê ye.

(dx)

ANHA