‘Ji bo têkbirina terorê pêkvejiyan rêya herî serkeftî ye’

Pêkhateyên Kurd û Ereb dibînin ku jiyana hevbeş û hevgirtina gelan rêya herî serkeftî ji bo tunekirina terorê û danîna bingehên sîstema Rêveberiya Xweser e.

‘Ji bo têkbirina terorê pêkvejiyan rêya herî serkeftî ye’
15 ÇILE, 2021   09:16
KOBANÊ

Şêniyên navçeya Qinê ya Kobanê ku bi pirrengiya xwe tê nasîn û tê de Kurd û Ereb bi hev re dijîn, piştrast dikin ku piştî ragihandina şoreşa Rojava, bû destpêk ji bo paqijkirina herêmê ji fikrên tundraw.

Têkildarî mijarê, Şewket Mixarî ku ji gundê Derbazina Jorîn e, got: "Hevgirtina civakî ya pêkhateyên herêmê hişt ku şerê li dijî terorê bi ser bikeve."

Mixarî yê ji pêkhateya Kurd da zanîn ku goristanên şehîdan ji cîhanê re asta hevgirtina gelên herêmê nîşan dide û got: “Bi saya wan me teror tune kir û em niha bi aramî û ewlehî dijîn.”

Di salên borî de li herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê gelek şerên li dijî çeteyên DAIŞ’ê, Cebhet El-Nusra û Artêşa Azad rû da. Wan koman xwest fikrên tundraw belav bikin.

Hemû pêkhateyên herêmên Bakur û Rojhilatê li hember van koman şer kir û îsbat kir ku cihê wan di nava gelên herêmê de tune ye. Şêniyan hewldanên xwe bi avakirina Rêveberiya Xweser ku hemû pêkhateyên herêmê digire nava xwe, tacîdar kirin, her wiha sîstemeke pirreng ava kir.

Hisên Şerîf El-Elî yê ji gundê Til Ehmer jî got: "Dema ku rêxistinên terorîst û radîkal derketin, me cudahiya di navbera pêkhateyan de dît. Em niha di ewlehiyeke mezin de dijîn, me demokrasiya rasteqîn nas kir.”

El-Elî diyar kir ku hemû pêkhateyan ji bo rizgariya herêmê şehîd dan û got: "Kurê min di şerê li dijî DAIŞ'ê de di nav refên Hêzên Sûriyê Demokratîk (QSD) de şehîd bû, li ser vê axê xwîna me tevlihev bû û Rêveberiya Xweser li ser van rêgez û bingehan ava bû, em pê serbilind in û dev jê bernadin.”

El-Elî her wiha li ser girîngiya hevgirtinê piştrast kir ku dema dijmin herêmên wan topbaran dikin tu cudahiyê naxin navbera Kurd, Ereb, Suryan û Tirkmenan û wiha domand: “Em di çavê dijmin de hemû yek in, tevî ku Reqa ne bajarê me bû jî, kurê min li wê derê şehîd bû. Bi saya vê hevgirtinê em bi ser ketin û em gihaştin vê astê.”

 (dm)

ANHA

<iframe width="560" height="315" src="https://www.youtube.com/embed/08huIcjF0oI" frameborder="0" allow="accelerometer; autoplay; clipboard-write; encrypted-media; gyroscope; picture-in-picture" allowfullscreen></iframe>