'Çareserkirina doza Demirtaş bi hewldanên YE'yê ve girêdayî ye'

Endamê Yekitiya Parêzeran a herêma Cizîrê Xalid Omer piştrast kir ku dewleta Tirk ji ber zihniyeta xwe ya dîktetor, Selahattîn Demîrtaş serbest ber nade. Bi vê yekê pîvan û nirxên demokratîk binpê dike. Omer bang li Yekitiya Ewropayê (YE) kir ku zextê li dewleta Tirk bike da ku biryara Dadgeha Ewropayê pêk bîne.

'Çareserkirina doza Demirtaş bi hewldanên YE'yê ve girêdayî ye'
15 ÇILE, 2021   08:49
QAMİŞLO-LÎLAV DÎWANÎ

Daîreya Mezin a Dadgeha Mafên Mirovan a Ewropayê (DMME) di 22`yê Kanûnê derheqê Hevserokê berê yê HDP'ê Selahattîn Demîrtaş ê rehîngirtî biryar da û xwest ku Demîrtaş bilez were berdan.

Dadgehê di daxuyaniya xwe de piştrast kir ku dewleta Tirk bi armanca sînordarkirina pirrengiyê û nîqaşa siyasî, Selahattîn Demîrtaş ji bikaranîna mafên xwe bi taybet di du hemleyên girîng de; referandoma 16`ê Nîsana 2017`an û hilbijartinên serokatiyê yên 24`ê Hezîrana 2018`an, bê par hişt.

Endamê Yekitiya Parêzeran a herêma Cizîrê Xalid Omer derbarê mijarê de axivî û diyar kir ku girtina siyasetmedar û parêzer Selahattîn Demîrtaş û gelek parlamenterên HDP û BDP'ê, siyaset dewleta Tirk a li dijî kurdan li Bakurê Kurdistanê û hewldana wê ji bo çewisandina rêyên çareserkirina doza Kurd xuya dike. Xalid Omer wiha domand: “Îsbata vê jî girtina rêber Abdullah Ocalan ji hêla dewleta Tirk ve ye, ku hewl dide doza Kurd were çareser bike.”

`DIVÊ DEWLETA TIRK BIYARA DADGEHA EWROPAYÊ PÊK BÎNE`

Omer da zanîn ku divê dewleta Tirk biryara Dadgeha Ewropayê pêk bîne û wiha got:"Hemû dewletên ku bendên Lihevkirina Mafên Mirovan a Cîhanê îmze kirine, neçar in ku biryarên dadgehê pêk bînin."

`JI BER ZIHNIYETA XWE YA DÎKTETOR , DEMIRTAŞ BERNADE`

Xalid Omer destnîşan kir ku dewleta Tirk ji ber zihniyeta xwe ya dîktetor ku nirx û rêgazên demokratîk bin pê dike, siyasetmedar Selahattîn Demîrtaş bernade û wiha pê de çû: “Dewleta Tirk bi vê zihniyeta xwe, nêrîn û ramanên siyasî û demokratîk ên kesên mîna Selahattîn Demîrtaş, Fîgan Yuksekdag qebûl nake. Dewleta Tirk  ditirse ku hebûna wan fikir û rêgezên demokratîk di nava civakê de bi cih bên. Dewleta Tirk bi girtina Demîrtaş qanûnên navneteweyî, yên nîştimanî yên dewleta Tirk û tevahiya bendên mafên mirovan bin pê dike.”

Hevserokê berê yê Partiya Demokratîk a Gelan (HDP), sala 2016`an di encama darbeyê de bi tawana terorê ji hêla desthilata Tirk ve hate girtin. Her wiha gelek siyasetmedar, akademisyan, hiqûqnas, çalakvan, rewşenbîr û rojnamevanên Kurd hatin girtin.

`DIVÊ YE`Yê FIŞARÊ LI DEWLETA TIRK BIKIN' `

Endamê Yekitiya Parêzeran a herêma Cizîrê Xalid Omer di dawiyê de piştrast kir ku heke YE`yê û komîteya pisporê şopandina pêkanîna biryarên Dadgeha Mafên Mirovan a Ewropayê vê mijarê bişopînin, helbet biryara dadgehê dê pêk were. Omer bang li dewletên Ewropayê kir ku zextê li dewleta Tirk bikin da ku siyasetmedar Selahattîn Demîrtaş serbest berde.

(şx)

ANHA