Şêniyan bang li PDK'ê kir ku tev li komployên li dijî Kurdan nebe

Şêniyên Rojavayê Kurdistanê komkirina PDK'ê ya hêzên xwe li ser sînorên Rojavayê Kurdistanê, şermezar kir û bang lê kir ku dev ji komployên li dijî Kurdan berde.

Şêniyan bang li PDK'ê kir ku tev li komployên li dijî Kurdan nebe
15 ÇILE, 2021   09:21
QAMIŞLO/ KADAR IBRAHÎM

Partiya Demokrat a Kurdistanê (PDK) komkirina hêzên xwe li ser sînorên Rojavayê Kurdistanê didomîne û di van demên dawîn de nêzî 40 nuqteyên leşkerî ava kirin û sewqiyatên mezin ji alav û çekên giran şandin herêmê Fîşxabûr a li hemberî sînorên Rojava.

Şêniyan bang li PDK'ê kir ku dev ji hevkariya bi dewleta Tirk re berde û ji komployên li dijî gel vekişe.

Zîwer Elî yek ji şêniyên navçeya Amûdê destnîşan kir ku PDK bi peymanên xwe yên bi dewleta Tirk re dijmantiya gelê Kurd dike û got: "Divê hemû partiyên Kurd bi taybet PDK nakokiyên siyasî li aliyekî bihêlin û li ser yekitiya Kurdan bixebitin."

Turkiya Selîm Horo ya ji navçeya amûdê diyar kir ku peymanên ku PDK'ê bi dewleta Tirk re çêdike, nakevin xizmeta Kurdan û da zanîn ku ev peyman rê li pêşiya dewleta Tirk vedikin ku herêmên din ên Kurdistanê dagir bike.

Abdulwehab Xalid Hisên jî ji şêniyên navçeya Tirbespiyê ye û got: "Me ji bo yekitiya Kurdan gelek hewldan û fedakarî kirin. Îro jî PDK berovajî vê yekê dike û bi dagirkeriya Tirk re li hev dike."

(dm)

ANHA