Ji bajarokê Girbawî banga şikandina tecrîdê

Şêniyên bajarokê Girbawî bi meşekê tecrîda li ser rêber Abdullah Ocalan şermezar kir, her wiha piştgirî da hemleya greva birçîbûnê ya di zindanên dewleta Tirk de.

Ji bajarokê Girbawî banga şikandina tecrîdê
Ji bajarokê Girbawî banga şikandina tecrîdê
Ji bajarokê Girbawî banga şikandina tecrîdê
Ji bajarokê Girbawî banga şikandina tecrîdê
14 ÇILE, 2021   11:29
QAMIŞLO

Bi dirûşma "Em ê tecrîd û faşîzmê têk bibin, neteweya demokratîk mîsoger bikin" şêniyên bajarokê Girbawî yê bajarê Qamişloyê meşek li dar xist.

Endamê meclisa bajarokê Girbawî, hêzên leşkerî û mamoste tev li meşê bûn. Meşvan li pêşiya Şaredariya Gel a Girbawî rawestiyan û meşa xwe veguherand mîtîngê. Di mîtîngê de endama meclisa bajarokê Girbawî Bêrîvan Mehmûd daxuyand ku ew tecrîda girankirî ya li ser rêber Abdullah Ocalan şermezar dikin.

Bêrîvan Mehmûd diyar kir ku ew piştgiriyê didin hemleya greva birçîbûnê ya di zindanên dewleta Tirk de ku berxwedaneke li hemberî dijmin e û got: "Wekî ku em dizanin tevgera azadiyê, hêza xwe ji vîna jina azad digire, ji ber vê yekê dijmin hêza kesayeta Leyla Guven dike hedef.”

Meş bi sloganên "Bijî berxwedana zindanan" û "Bijî serok Apo" bi dawî bû.

(sb)

ANHA

<iframe width="560" height="315" src="https://www.youtube.com/embed/Jih4hMoxFjU" frameborder="0" allow="accelerometer; autoplay; clipboard-write; encrypted-media; gyroscope; picture-in-picture" allowfullscreen></iframe>