Dewriyeya 39`an a hevbeş li gundewarên Dirbêsiyê hat meşandin

Polîsên leşkerî yên Rûsyayê û artêşa Tirk a dagirker vê sibehê li gundewarên navçeya Dirbêsiyê dewriyeya hevbeş a 39`an meşand.

Dewriyeya 39`an a hevbeş li gundewarên Dirbêsiyê hat meşandin
14 ÇILE, 2021   11:50
 HESEKÊ

Dewriyeya hevbeş ji dergeha Şêrik a sînorî (13 km li rojavayê navenda navçeya Dirbêsiyê) dest pê kir. Dewriye ji 4 panzêr û 2 helîkopterên Rûsyayê û 4 panzêrên artêşa Tirk a dagirker pêk tê.

Dewriyeya hevbeş di gundên Şêrik, Delîk, Qinêtra, Qermanê, Til Gidîş, Xenamiyê, Kerbetlî, Til Teyrî, Til Kermê, Xasa Mila, Midewra û Xişêfiyê yên navçeya Dirbêsiyê re geriya.

Dewriye di heman rêyê re vegeriya dergeha Şêrik a sînorî, panzêrên dewleta Tirk vegeriyan xaka Tirkiyê û yên Rûsyayê jî vegeriyan baregehên xwe yên li Qamişloyê.

Ev dewriyeya hevbeş a 39`emîn e ku polîsên leşkerî yên Rûsyayê û artêşa Tirk a dagirker di çarçoveya peymana Soçiyê ya 22`yê Cotmeha 2019`an de dimeşînin.

(cx)

ANHA

<iframe width="560" height="315" src="https://www.youtube.com/embed/KITJgmnvelU" frameborder="0" allow="accelerometer; autoplay; clipboard-write; encrypted-media; gyroscope; picture-in-picture" allowfullscreen></iframe>