Li Kampa Holê zarokên salek derbas nekirine hene…gelo ji ku hatine?

Dema tu di nava beşa jinan a Kampa Holê de bimeşî, zarokên ku hîna yeksalî nebûne bala mirov dikişinin, bi taybet ku li vê beşê mêr tune ne. Dema tu pirs dikî ev ji ku derê hatine dibêjin: “Ew diyariya xwedê ye.” Gelo li beşa jinan tevî ku mêr tune ne, ev zarok ji ku derê hatine?

Li Kampa Holê zarokên salek derbas nekirine hene…gelo ji ku hatine?
Li Kampa Holê zarokên salek derbas nekirine hene…gelo ji ku hatine?
Li Kampa Holê zarokên salek derbas nekirine hene…gelo ji ku hatine?
Li Kampa Holê zarokên salek derbas nekirine hene…gelo ji ku hatine?
Li Kampa Holê zarokên salek derbas nekirine hene…gelo ji ku hatine?
Li Kampa Holê zarokên salek derbas nekirine hene…gelo ji ku hatine?
14 ÇILE, 2021   05:04
NAVENDA NÛÇEYAN-EKREM BEREKAT

Li beşa jinan a Kampa Holê ku ji bo jin û malbatên DAIŞ`iyên sûrî, iraqî û biyanî hatiye veqetandin, ruxmî ku ew jin û malbat ji beriya 22 mehan ve li wê beşê hatine bicihkirin, lê hebûna zarokên ku salek temam nekirine bala mirov dikişîne.

Kampa Holê ya ku 45 km li rojhilatê Hesekê ye, ji 9 beşan pêk tê. 8 beş jê yên penaberên iraqî û koçberên sûrî ne yên vê dawiyê ji bajarokê Baxozê derketine. Her wiha beşeke taybet ya malbatên çeteyên DAIŞ’ê heye û ew beş dabeşî 5 beşan bûye da ku were kontrolkirin.

Hejmara jinên DAIŞ`î yên li beşa Muhacîrat 8 hezar û 965 e anku 2 hezar û 625 malbat in, piraniya wan zarokên ku temenên wan di navbera salek û 17 saliyê de ne. Her wiha jinên ji 35 dewletên erebî, biyanî û Asyayê hene.

Piranî niştecihên beşa Muhacîrat bi zimanê erebî yê resen diaxivin û ji her kesê derbasî kampê dibe, direvin. Bi hêsanî bi kesên ku derbasî kampê dibin re naaxivin û pirî caran navên xwe yên rastîn nabêjin.

Zarok jî ji hêla wan jinan ve li gorî "Baweriya DAIŞ’ê" tên perwerdekirin. Zarok nîşaneya DAIŞ’ê "yek tilî" hil didin û gotina "Mayî" berz dikin û kesên ku derbasî kampê dibin bi “Kafiran” bi nav dikin.

‘EM XÎLAFETÊ AVA DIKIN’

Jineke DAIŞ’î ku tevî hin jinên dîtir kelûpel dikirîn, bi zimanê erebî yê resen (lê ew ne ereb bû) digot: "Em li vir xîlafetê ava dikin." Ya balkêş ew bû ku ruxmî jinên DAIŞ`î ji beriya 22 mehan ve li vê kampê ne û tu mêr lê tune ye, lê bi wê jinê re zarokek ku yeksal derbas nekiriye hebû.

Dema ji wê jinê hat pirsin ku te ev zarok ji ku derê aniye, wiha bersiv da: "Ev diyariya xwedê ye. Îşê we bi me nîne. Ev dewleta me ye û em wê ji nû ve ava dikin.

Jineke cilê reş lê ye û bejin dirêj e, pê re zarokekî biçûk hebû ku salek derbas nekiriye, bersiva pirsa ku te ji ku derê ev zarok aniye neda û wiha got: "Çi têkiliya we pê heye, li vir dewleta me heye û em ji nû ve ava dikin."

Beşa Muhacîrat ji xetertirîn beşên li Kampa Holê ye. Hemû jinên di vê beşê de û keçên 5 salî cilên reş li xwe dikin.

Li gel vê pirsa ku xwe dide pêş, gelo zarokên ku yeksal derbas nekiriye di vê beşa ku mêr tê de tune ne, ji ku derê hatin?

Nivîsgeha Kar û Barên Jinan a têkilarî şopandina rewşa jinan li kampê wiha bersiva vê pirsê da: "Beriya çend rojan 5 ciwanên (temenên wan 15 û 16 salî bûn) ji niştecihên kampê hatin nivîsgehên û daxwaz kirin ku biçin beşên ji nû ve perwerdekirina zarokên DAIŞ`ê.”

Nivîsgehê diyar kir ku dema ji ciwanan hatiye pirsîn ku çima hatine nivîsgehê ciwanan wiha bersiv daye: “Jinên DAIŞ`î wan neçar dikin ku pê re bizewicin da ku hejmara zarokan zêde bikin."

Tevî bûyerên ku li Kampa Holê rû didin ku li ser tevahiya cîhanê xeter in jî, lê dewletên ku hemwelatiyên wê DAIŞ`î ne, qebûl nakin ku wan bibin.

Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê gelek caran ji Koalîsyona Navneteweyî û dewletên ku ev çeteyên DAIŞ’ê jê hatine, daxwaz kir ku dadgeheke navneteweyî ji bo darizandina wan were avakirin, lê civaka navneteweyî ev daxwaz paşguh kir.

(fr-şx)

ANHA