​​​​​​​Xebat Dêrik bingeha mîsogerkirina azadiyê bû

Geşedanên dawîn ên li Sûriyê û aloziya ku heta niha berdewam e, îsbat dikin ku projeya şehîd Xebat Dêrik ku rêgezên bingehîn ên şoreşa Rojavayê danîne, ya herî rast e. Nûrî Mehmûd dibêje ku ji bo mîsogerkirina demokrasiyê û azadiyê ji nifşên nû re, divê her kes têkoşer Xebat Dêrik ji xwe re bike mînak.

​​​​​​​Xebat Dêrik bingeha mîsogerkirina azadiyê bû
14 ÇILE, 2021   00:45
NAVENDA NÛÇEYAN –EHMED MIHEMED

14`ê Çileyê salvegera 9`an a şehadeta têkoşer Xebat Dêrikê e. Xebat Dêrik yek ji stûnên bingehîn ên şoreşa Rojava û damezirînerên Yekîneyên Parastina Gel (YPG) e. Di 7`ê Çileya 2012`an de bi guleyekê birîndar bû û ew rakirin nexweşxaneyeke bajarê Helebê. Lê tevî hemû hewldanan jî Xebat Dêrik şehîd bû.

XEBAT DÊRIK KÎ YE?

Mehmûd Remadan Mihemed (Xebat Dêrik) li gundê Kasan ê Dêrikê sala 1962`yan di nava malbateke welatparêz de ji dayik bûye. Şêniyên Rojava ji Dêrikê ta Kobanê û Efrînê vî navî ji bîr nakin. Êdî bû sembolek ji sembolên gelê Kurd. Xebat Dêrik têkoşerek û fermanderek bû ku ji bo azadiya gelê xwe canê xwe feda kir.

Ji ber şert û mercên jiyanê yên dijwar dibistana seretayî bi dawî nake û ji bo kar, bar dikin bajarê Dêrikê. Ji biçûkahiya xwe ve bi tevgerên xwe yên çalak û hezkirina ji kar re dihat naskirin.

Malbata Xebat Dêrik mîna bi sedan malbatên Kurd ên din, ji ber pergala zordest a ku bi mafên Kurdan îtîraf nake û ji bo kar, berê xwe dide paytexta Sûriyê Şamê.

Li gorî birayê mezin ê şehîd Xebat Dêrik, şehîd Xebat dema leşkeriya neçarî li Lubnanê dikir, tevgera rizgariya Kurdistanê nas dike.

Şehîd Xebat Dêrik di 1985`an de tev li Akademiya Şehîd Mahsûm Korkmaz a li herêma Bîqa ya Lubnanê dibe. Di derwreyek perwerdeyê ya ji hêla rêber Abdullah Ocalan ve derbas dibe û di 1987`an de berê xwe dide çiyayên Kurdistanê.

LI ÇIYAYÊN KURDISTANÊ FERMANDAREKÎ ÇALAK BÛ

Şehîd Xebat li çiyayên Kurdistanê di demeke kin de xwe ji aliyên leşkerî û bîrdozî ve bi pêş dixe. Lewra bû fermandarê herêmên li ayaletên Garzan û Amedê û piştre fermandarê giştî yê eyaleta Botan. Lewra bi navê “Xebat Botan” hat naskirin.

Hêzên Parastina Gel (HPG) di daxuyaniyeke xwe de piştî şehîdxistina têkoşer Xebat gotibû: “Li çiyayên Kurdistanê fermanderekî meydanî yê efsanawî bû. Her wiha di têkoşîna rizgariya Kurdistanê de roleke pêşeng lîst.”

HPG`ê di berdewama daxuyaniya xwe de bal kişandibû ser fedekariyên mezin ên şehîd Xebat û serkeftinên ku di dirêjahiya têkoşîna xwe de bi dest xistibûn û asta girêdana şehîd Xebat bi nirxên azadiyê û fikr û felsefeya rêber Abdullah Ocalan ve û gotibû ew bi van fedakariyên xwe li çiyayên Kurdistanê bû fermandarekî meydanî yê efsanewî.

Li gorî hevalê wî Ebdulrehmen Hec Hesen, têkoşer Xebat bi hezkirina xwe ji hevalên xwe re, belavkirina hezkirinê di nava hemûyan de, pêkanîna soz û berpirsyariyên xwe yên li hemberî civaka xwe û fedakariyêm xwe dihat naskirin.

STÛNEKE ŞOREŞA ROJAVA

Dema şoreşa Sûriyê dest pê kir û beriya ku ji rêya wê ya rast were derxistin û veguhere aloziyeke leşkerî, têkoşer Xebat Dêrik vegerî Rojava da ku bi fikr û felsefeya rêber Abdullah Ocalan şoreşê bi rê ve bibe.

Têkoşer Xebat baş dizanî ku Rêveberiya Xweser cewhera neteweya demokratîk e. Ji bo civakê projeyek çaranûsî ye. Ji ber ku civakê bi rêxistin dike û ji rewşa tevlihev xilas dike. Ji ber wê şehîd Xebat Dêrik bi saya fikr û felsefeya rêber Abdullah Ocalan dizanî ku civaka bê rêveberiya xweser ne pêkan e ku nebe mêtingeh.

Ji lew re şehîd Xebat Dêrik girîngî da hêza ciwanan û dest bi birêxistinkirina gelê Rojava li ser tevahiya astan kir.

Di vî warî de şêniyê bi navê Hisên Selmo yê ku di dema têkoşîna Xebat Dêrik a li Qamişloyê de amade bû, got têkoşer Xebat ji kesên yekemîn bû ku bang li gel kir ku xwe bi rêxistin bike.

TÊKOŞÎN JI BO AVAKIRINA CIVAKEKE SIYASÎ Û EXLAQÎ

Rêber Abdullah Ocalan di pirtûka xwe ya “Sosyolojiya Azadiyê” de dibêje: “Hêmanên siyaset û ewlehiyê yên şaristaniya demokratîk roleke bingehîn di avabûna civakeke siyasî û xwedî exlaq de dilîzin. Siyaseta demokratîk ne tenê rêbaz e lê belê hevgirtina sazûmanî jî rave dike. Yanî heke gelek sazî mîna partiyan, koman, meclis, ragihandin û gelek saziyên din tune bûn, ne pêkan e ku siyaseta demokratîk pêk were. Rola bingehîn a saziyan jî nîqaş û nirxandina kar û barên hevbeş e. Bê nîqaş û girtina biryaran ne pêkan e ku jiyan li ser tevahiya asta karên hevbeş ên civakê bimeşe. Ger wisa be yan wê tune bibe yan jî veguhere dîktatoriyê.”

Ev çarenûsa tevahiya civakên nedemokratîk e. Lewra avakirina civakeke demokratîk, armanca yekemîn a têkoşîna siyasî anku siyaseta demokratîk e.

Têkoşer Xebat Dêrik li ser vê bingehê hewl da gel di nava saziyan de bi rêxistin bike. Lewra ji hevalên xwe yên di têkoşînê de dest pê kir û rêgezên bingehîn ên saziyên cuda danîn, heta gihaştin roja me ya îro.

Ebdulrehmen Hec Hesen ê ku di destpêka şoreşa Rojava de li rex têkoşer Xebat Dêrik bû, got: “Şehîd Xebat dema vegerî Rojava destpêkê hewl da zemînekê ji bo birêxistinkirina civakê ava bike û di vê çarçoveyê de kar kir."

Têkoşer Xebat baş dizanî ku civak xwe û vîna xwe dûrî teşeyên desthilatdariyê xwe bi rêxistin bike, çi qas girîng e. Ji ber wê stûnên bingehîn ên pergala Rêveberiya Xweser bi tevlêbûna civakê danîn. Her tim piştrast dikir ku demokrasî û rêveberiya xweser bi tevlêbûna civakê ye.

Der barê vê mijarê de Hec Hesen got: “Bi vegera şehîd Xebat re, hêviya ku gelê Kurd ji ber siyasetên înkarkirin û qirkirinê winda kiribû, vegerî. Şehîd Xebat bi zanabûn rêgeza bingehîn a piraniya saziyan û bi taybet a leşkerî danî.”

YEK JI DAMEZIRÎNERÊN YPG’Ê

Têkoşer Xebat baş dizane ku civaka siyasî û xwedî exlaq, ne pêkan e ku bê parastin ava bibe. Ji ber ku civaka ku nikare xwe biparêze, taybetmendiyên xwe yên exlaqî û siyasî winda dike.

Li gel şert û mercên şoreşa Rojava û ji ber têgihiştina wî ji komployên li dijî gelê Sûriyê bi giştî û gelê Kurd li Rojava bi taybet, têkoşer Xebat Dêrik girîngî da xweparastinê. Ji ber ku komkujiya ku di serhildana 12`ê Adara 2004`an de ya li Qamişloyê ji hêla rejîma Baas ve pêk hatiye, qet ji bîra wî nediçû.

Têkoşer Xebat Dêrik her tim digot heke hêzên xweparastinê yên gelê Kurd wê demê hebûna, rejîma Baas ew komkujî pêk nedianî. Lewra rêgezên bingehîn ên hêzên xweparastinê danîn.

Girêdayî vê mijarê Sebrî Hac Ehmed ê ku tev li civîneke têkoşer Xebat Dêrik bûye, diyar kir ku Xebat Dêrik di tevahiya civîn û hevdîtinên xwe de yên bi gelên herêmê re pêwistiya xweparastinê û hevgirtinê ji bo avakirina hêzeke leşkerî ku herêmê biparêze, piştrast dikir.

Hac Ehmed wiha domand: “Her tim bang dikir ku divê gel bi xwe şoreşa xwe biparêze. Pişta xwe nede tu hêzeke din. Êrişên niha yên li dijî herêmê û beriya wê êrişên DAIŞ`ê, dîtina wî ya rast a der barê pêşeroja herêmê de îsbat dikin.”

Ruxmî ku têkoşer Xebat Dêrik di ragihandina avakirina Yekîneyên Parastina Gel (YPG) de hazir nebû, lê şervanên ku li ber destê wî fêrî rêveberiyê û zanistê bûne, rêya wî temam kir.

Di 19`ê Tîrmeha 2012`an de, avabûna YPG`ê bi awayekî fermî hate ragihandin. Vê hêzê erka rizgarkirina herêman ji rejîma Baas û vegerandina saziyan ji gel re girte ser xwe.

LÊGERÎNA RÊBAZÊN ÇARESERIYÊ

YPG`ê li hemberî tevahiya êrişên komên çeteyan, Cebhet El-Nusra û DAIŞ`ê yên li dijî herêmê berxwedaneke bêhempa nîşan da û gelên herêmê parastin. Her wiha nimuneyek xweparastinê ji gelên cîhanê re pêşkêş kir.

Di vî warî de berdevkê fermî yê YPG`ê Nûrî Mehmûd dibêje ku YPG`ê mîras, tecrube û bîra siyasî ya têkoşer Xebat Dêrik e.

YPG`ê bi têkoşîna xwe bû tovê avakirina Hêzên Sûriya Demokratîk ku di Mijdara 2015`an de ava bû. QSD`ê bi hevkariya Koalîsyona Navneteweyî ya li dijî DAIŞ`ê berxwedaneke destanî nîşan da û di Adara 2019`an de DAIŞ`ê ji aliyê erdnîgarî ve tune kir. Di heman demê de, tevahiya gelên Bakur û Rojhilatê Sûriyê ji êrişên artêşa Tirk a dagirker û çeteyên wê parastin.

HEMÛ DERFETÊN XWE JI BO AVAKIRINA YPG`Ê BI KAR ANÎN

Têkildarî vê mijarê Mehmûd wiha axivî: “Têkoşer Xebat Dêrik ji bo birêxistinkirina civakê li ser tevahiya astên siyasî, aborî, civakî û tenduristî bi hemû çînên civakê re têkilî danîn. Girîngî dida hêza leşkerî ku civakê biparêze. Ev hewldana wî bi ser ket û roleke pêşeng di avakirina yekîneyê de lîst.”

Mehmûd wiha pê de çû: “Xebat Dêrik ji bo avakirina van hêzên leşkerî, jiyan û derfetên xwe bi kar anîn. Ji ber wê bû armanca aliyên dijber û bi destê xiyanetê hate şehîdxistin.”

Nûrî Mehmûd behsa rêbaza rêxistinî ya ku têkoşer Xebat Dêrik rêgezên wê yên bingehîn danîne û got ku pêkhateyên din ên herêmê mîna Ereb û Suryan sûd ji vê tecrubeyê girt û dest bi xwebirêxistinkirinê kir.

Mehmûd îşaret bi rola ku têkoşer Xebatê Dêrikê li Rojava lîstiye kir û got: “Nimûneya ku Xebat daniye ji tevahiya gelê Sûriyê yên li bajarên din re mîna Minbic, Reqa û Dêrazorê bû hêvî. Îro jî li Bakur û Rojhilatê Sûriyê hevgirtineke bêhempa heye ku li ser bingeha projeya şehîd Xebat rolek di danîna rêgezên wê yên bingehîn de lîstiye.”

Mehmûd da xuyakirin ku gelên Bakur û Rojhilatê Sûriyê baş dizanin ku rêgeza têkoşer Xebat Dêrik hewl daye li ser erdê pêk bîne, terora cîhanê anku DAIŞ`ê, nijadperestî û şofanîzimê tune kir. Ev yek jî di berxwedanên Kobanê, Serêkaniyê û Efrînê de diyar bû.

'DIVÊ HER KES BERPIRSYARIYÊN XWE PÊK BÎNE'

Berdevkê fermî yê YPG`ê Nûrî Mehmûd got divê gelên herêmê li gorî projeya şehîd Xebat Dêrik ya xweparastinê û xwebirêxistinkirina li ser tevahiya astan, erk û berpirsyariyên xwe pêk bînin, pergala xwe ya parastinê xurt bike û wiha domand: “Divê gelê me dema êriş hebin an jî tune bin, birêxistinkirina xwe li ser tevahiya astan xurt bike. Divê xwedî li biryarên ku derdixe, derkeve û pêk bîne. Pergala xwe ya perwerdeyê xurt bike û biparêze.”

Mehmûd piştrast kir ku bi birêxistinkirin û baweriya bi hêza xwe ya xweser, serkeftin pêk tê, divê cîhan bizane ku ev gel xwe bi rêxistin kiriye û bi karînên xwe yên xweser terora DAIŞ`ê tune kir.

'DIVÊ EM KESAYETA ŞOREŞGERÎ YA ŞEHÎD XEBAT DÊRIK JI XWE RE BIKIN BINGEH'

Nûrî Mehmûd got têkoşer Xebat Dêrik bi tevahiya hêza xwe xizmeta gel û azadiya wî kir, şoreşa Rojava ji xwe re kir esas û ji bo wê kar kir. Mehmûd wiha li gotinên xwe zêde kir: “Destkeftiyên ku îro li Bakur û Rojhilatê Sûriyê tên bidestxistin, berhema fedakariyên şehîd Xebat Dêrik û 11 hezar şehîd û zêdetirî 22 hezar birîndarên YPG, YPG û QSD`ê ne, yên ku şopdarên rêya wî bûn.”

Di dawiyê de berdevkê YPG`ê Nûrî Mehmûd got: “Divê em kesayet, fikr, vîn û birêxistinkirina şehîd Xebat ji xwe re esas bigirin. Di destpêka şoreşê de derfet tune bûn. Lê îro ew derfet hene û divê em bi awayekî rast xwe bi rêxistin bikin. Divê hemû berpirsyariyên xwe yên dîrokî bînin cih û destkeftiyan ji bo nifşên bê û mîsogerkirina azadiyê û demokrasiyê biparêzin.”

(şx)

ANHA

<iframe width="560" height="315" src="https://www.youtube.com/embed/de-ejTeYi4g" frameborder="0" allow="accelerometer; autoplay; clipboard-write; encrypted-media; gyroscope; picture-in-picture" allowfullscreen></iframe>