Rûspiyên eşîrên Dêrazorê: Hemû gel daxwaza azadkirina rêber Abdullah Ocalan dikin

Rûspiyên eşîran ên Dêrazorê diyar kir ku divê tecrîda li dijî rêber Abdullah Ocalan were rakirin û destnîşan kirin ku ferzkirina tecrîdê dijminahiya dewleta Tirk li dijî jiyana hevbeş ya di navbera gelan de nîşan dide.

Rûspiyên eşîrên Dêrazorê: Hemû gel daxwaza azadkirina rêber Abdullah Ocalan dikin
14 ÇILE, 2021   02:48
DÊRAZOR- FATME EL-EBID

Dewleta Tirk a dagirker binpêkirina pîvanên mafên mirovan û yên navneteweyê navneteweyî yên têkildarî girtiyên siyasî û tecrîda li ser rêber Abdullah Ocalan, berdewam dike.

/kr/uploads/files/2021/01/13/212252_-.webp

Rûspiyê eşîra Selman, Selah Selman, diyar kir ku dagirkeriya Tirk bi rêya tecrîda girankirî a li dijî rêber Abdullah Ocalan hewl dide azadî û demokrasiyê ji holê rake.

El-Selman bal kişand ser têkiliyên hêzên mezin an jî yên hegemonîk di siyasetên ku li Îmraliyê hatine ferzkirin de, kir û got: Li paş vê komployê dewletên dijminane hene ku hewl didin daxwazên rêber Ocalan yên pêkanîna azadî, demokrasî û rizgariya gelan li Rojhilata Navîn û cîhanê tune bikin.”

El-Selman diyar kir ku hemû pêkhateyên Bakur û Rojhilatê Sûrîyê ên Kurd, Ereb û Suryan dixwazin ku tecrîd bi dawî bibe.

El-Selman bang li kesên demokart, aliyên mirovî û Komkara Erebî kir ku piştgiriya rakirina tecrîdê û serbestberdana rêber Abdullah Ocalan bikin.

/kr/uploads/files/2021/01/13/212331_-.webp

Di heman çarçoveyê de rûspiyê eşîra Şêx Hemed Hemod El-Kesar diyar kir ku doza rêber Abdullah Ocalan dozeke diyar e û armanca wê azadî û demokrasî ye. Her wiha da zanîn ku dewleta Tirk ji sûcên ku pêk tîne armanc dike, rê li pêşiya pêkhatine azadiyê û demokrasiyê bi taybet li Bakur û Rojhilatê Sûriyê bigire.

El-Kesar wiha domand: “Ji ber ku azadî û demokrasî li dijî siyasetên dewleta Tirk ên dijminahî yên li dijî rêber Abdullah Ocalan in, ji ber wê şerê wê dike. “

El-Kesar di dawiya axaftina xwe de got:"Tecrîd karekî ne exlaqî ye".

ANHA

<iframe width="560" height="315" src="https://www.youtube.com/embed/JzGqeJNmDMw" frameborder="0" allow="accelerometer; autoplay; clipboard-write; encrypted-media; gyroscope; picture-in-picture" allowfullscreen></iframe>