`Fikirê rêbertî ji krîzên Rojhilata Navîn re çareseriya yekane ye `

Şêniyên navçeya Dirbêsiyê diyar kirin ku fikir û felsefeya rêber Abdullah Ocalan ji alozî û nekokiyên Rojhilata Navîn çareseriya yekane ye û got: "Ji bo rakirina tecrîdê û azadiya rêbertî divê têkoşîn were xurtkirin."

`Fikirê rêbertî ji krîzên Rojhilata Navîn re çareseriya yekane ye `
11 ÇILE, 2021   01:19
HESEKÊ

Di 15'ê Şibata 1999'an de, rêber Abdullah Ocalan bi komployek navneteweyî dîl hate girtin û radestî dewleta Tirk hate kirin. DesthildataTirk tecrîda girankirî di girtîgeha Îmraliyê de li dijî rêbertî ferz kiriye. Li hemberî vê yekê bangên rakirina tecrîdê û azadiya rêbertî her ku diçe zêde dibin.

Têkildarî wê mijarê, kurdên Rojava piştrast dikin ku armanca vê komployê ew e ku fikir û felsefeya rêber Abdullah Ocalan a ku banga azadiya tevahî gelên Rojhilata Navîn dike, tune bikin.

/kr/uploads/files/2021/01/10/210610_-.webp

Şêniya bi navê Sîham Mihemed axivî û got:" Em dîtina rêber Abdullah Ocalan azad di nav gelê xwe xeyal dikin. Gelê Kurd dixwaze bi aramî û aştî bijî, ji ber ku dewleta Tirk a dagirker bi domdarî li dijî vî gelî sûcan pêk tîne. "

Sîham Mihemed anî ziman ku dewleta Tirk baş dizane ku wê bi girtina rêber Abdullah Ocalan nikare gel ji şopandina rêya wî qedexe bike û got:"Vîn û israra me zêde dibe."

/kr/uploads/files/2021/01/10/210651_-.webp

Şêniyê bi navê Hesen Şêx Dawud destnîşan kir ku armanca kompleya sala 1999'an a dijî rêber Abdullah Ocalan ew bû ku gelê Kurd tune bike û got: "Ji ber ku dewletên desthilatdar, demokrasî û azadiyê qebûl nakin, ev her du taybetmendiyên sereke yên ramanê rêber Abdullah Ocalan in."

Şêx Dawud axaftina xwe wiha bi dawî kir:" Ji bo pêkanîna azadiya rêber Abdullah Ocalan û daxwazên gelê Kurd li her çar parçeyên Kurdistanê, pêwîste gelê Kurd li ber xwe bide û asta têkoşînê bilind bike. "

/kr/uploads/files/2021/01/10/210715_-.webp

Ji aliyê xwe ve şêniyê bi navê Îmad Biro diyar kir ku fikir û felsefeya rêber Abdullah Ocalan ji aloziyên Rojhilata Navîn re çareserî ne, ku dewletên kaptalîst pê razî nabe, ji ber ku li dijî berjewendiyên wan e.

Biro destnîşan kir ku armanca dewleta Tirk ji tecrîda li ser rêber Abdullah Ocalan ew e ku fikira wî li cîhanê belav nebe û got:" Gelê Kurd dikare fikir û felsefeya rêber Abdullah Ocalan li tevahiya cîhanê belav bikin, şoreşa Rojava mînaka ber bi çav e ku hemû pêkhateyên Kurd, Ereb û Suryan beşdarê bûn".

(dm)

ANHA

<iframe width="560" height="315" src="https://www.youtube.com/embed/WcoWLvkQSI0" frameborder="0" allow="accelerometer; autoplay; clipboard-write; encrypted-media; gyroscope; picture-in-picture" allowfullscreen></iframe>