Dewleta Tirk bombe li Biradostê barand

Balafirên şer ên dewleta Tirk a dagirker devera Biradostê bombebaran kirin.

Dewleta Tirk bombe li Biradostê barand
10 ÇILE, 2021   20:15
NAVENDA NÛÇEYAN

Li gorî Rojnews'ê, balafirên şer ên dewleta Tirk a dagirker saet derdora 21:30'an li gorî dema herêmê, çiyayê Xakurkê û çiyayê Şekîf ên herêma Biradostê bombebaran kirin.

Li gorî agahiyên ku Rojnews'ê ji çavkaniyan girtine, liv û tevgera balafiran a li ser herêmê berdewam e.

Di derbarê ziyanên bombebaranê de agahî  bidest neketin.