Li Bakur û Rojhilatê Sûriyê 24 kesên din bi Covid_19 ketine

Desteya Tenduristiyê îro ragihand ku di 24 seatên çûyî de li Bakur û Rojhilatê Sûriyê 24 kesên din bi koronayê ketine û kesek ji ber koronayê jiyana xwe ji dest daye.

Li Bakur û Rojhilatê Sûriyê 24 kesên din bi Covid_19 ketine
9 ÇILE, 2021   11:31
NAVENDA NÛÇEYAN

Hevserokê Desteya Tenduristiyê ya Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê Ciwan Mistefa destnîşan kir ku kesên bi koronayê ketine, 13 mêr in û 11 jin in û li van herêman in:

Hesekê: 4

Qamişlo: 7

Dêrik: 8

Girkê Legê: 1

Tirbespiyê: 1

Reqa: 1

Şehba:2

Mistefa anî ziman ku ji nav pêketiyên koronayê kesekî jiyana xwe ji dest daye.

Bi van daneyan hejmara giştî pêketiyên koronayê li Bakur û Rojhilatê Sûriyê gihaşt 8 hezar û 227 kesan, ji wan 283 kes jiyana xwe ji dest daye û hezar û 158 kes baş bûne.

(dm)