Balafirên Rûsyayê êrişî “herêmên bêçek” kirin

Îro balafirên şer ên Rûsyayê êrişî eniyên Kibane yên li gundewarên bakurê Laziqiye kirin.

Balafirên Rûsyayê êrişî “herêmên bêçek” kirin
9 ÇILE, 2021   10:53
NAVENDA NÛÇEYAN

Li gorî Navenda Çavdêriya Mafên Mirovan a Sûriyê (SOHR) îsal cara yekemîn e ku balafirên şer ên Rûsyayê êrişî eniyên Kibane yên li Çiyayê El-Ekrad ên li gundewarên bakurê Laziqiye dikin. Lê agahiyên girêdayî windahiyan nehatin bidestxistin.

Balafirên şer ên Rûsyayê di 28`ê Kanûnê de hemwextî firîna 4 balafirên şer li asîmana “herêmên bêçek”, du caran êrişî eniyên Kibane yên li Çiyayê Ekrad ên li gundewarên bakurê Laziqiye kiribûn.

 (şx)