Li Kerkûkê konferansa ‘Kurdistan di nava şer û aştiyê de'destpê kir

Li bajarê Kerkûkê bi tevlîbûna 100 delegeyan konferansa ‘Kurdistan di nava şer û aştiyê de 'destpê kir.

Li Kerkûkê konferansa ‘Kurdistan di nava şer û aştiyê de'destpê kir
9 ÇILE, 2021   11:28
NAVENDA NÛÇEYAN

Konferansa ‘Kurdistan di nava şer û aştiyê de’li salona rewşenbîrî ya bajarê Kerkûkê bi tevlîbûna 100 delegeyan destpê kir. Konferans ji aliyê Tevgera Zehmetkêşan a Kurdistan û Sekoya Azadî ve li dijî dagirkerî ve hatiye organîzekirin û tê payîn heya saet 17:00’an dom bike.

/kr/uploads/files/2021/01/09/113050_-2.webp

Delegeyên konferansê ji siyasetmedar, çavdêrên siyasî, nivîskar, rewşenbîr, çalakvanên civaka sivîl, mamosta, kesayetên diyar, endamên rêxistinan û pêkhateyên cûda pêk tên. Mijara sereke ya konferansê dagirkeriya dewleta Tirk ya li ser Kurdistanê ye.

Di destpêka konferansê de Bextiyar Mistefa axivî û da zanîn ku dagirkerî, pêşbaziya welatên bihêz, nakokiyên mezhebî, daxwaza dagirkeran, rewşa xelkê û ne wekhevî, li hemberî aştî, çareserî û jiyana hevbeş ya gelên herêmê astenge. Bextiyar got ku di heman demê ev sedem hemû li ser destkeftiyên gelê Kurd bûne metirsiyên mezin.

/kr/uploads/files/2021/01/09/113106_-1.webp

Konferans dewam dike û tê payîn di dawiya konferansê de encamnameyek were ragihandin.

Bernameya konferansê wiha ye:

Panela yekem:

Mijar: 'Dagirkeriya li Başûr û bandora wê’ ji aliyê Dilsoz Xengen ve bê pêşkêşkirin

Mijar: Bandora dagirkeriya li Başûrê Kurdistanê

Mijar: ‘Nexşeya dagirkeriya Mîsaqî Mîllî  heta roja îro’ ji aliyê Dr. Hîwa Seyîd Selîm ve tê pêşkêşkirin.

Mijar: Yekîtiya Netewî li nava hişmendiya şerê navxweyî

Panela duyemîn:

Mijar: ‘Dagirkeriya Tirk a li ser Rojavayê Kurdistan, metirsiyên Tirkiye ya li ser Rojhilata Navîn û cîhanê’ ji aliyê Helemt Telanî ve tê pêşkêşkirin.

Mijar: ‘Ezmûna Rojavayê Kurdistan li bin dagirkeriya Tirkiyeyê’ ji aliyê Nûnera Bakur û Rojhilatê Sûriye ya Başûrê Kurdistan Nûrşen Hisên ve tê pêşkêşkirin.

Mijar: ‘Metirsiya Tirkiye ya li ser Rojhilata Navîn û Cîhanê’ ji aliyê Hawjîn Mele Emîn ve tê pêşkêşkirin.

Mijar: ‘Di nava pêkhateyên Kerkûkê de bi hev re di nava aştiyê de jiyîn’ ji aliyê Letîf Fateh Ferac ve tê pêşkêşkirin.

<iframe width="750" height="447" src="https://www.youtube.com/embed/-tDTfsAIxhk" frameborder="0" allow="accelerometer; autoplay; clipboard-write; encrypted-media; gyroscope; picture-in-picture" allowfullscreen></iframe>