DAIŞ`ê nuqteyên nû yên hikumeta Şamê xistin bin kontrola xwe

Piştî şerê di navbera çeteyên DAIŞ`ê û hêzên hikumeta Şamê di van du rojên dawî de, çeteyan hinek nuqteyên hikumetê li bejahiya Hemayê xistin bin kontrolan xwe.

DAIŞ`ê nuqteyên nû yên hikumeta Şamê xistin bin kontrola xwe
9 ÇILE, 2021   10:18
NAVENDA NÛÇEYAN

Çeteyên DAIŞ`ê duh êrişeke giran li dijî baregehên hikumeta Şamê pêk anîn. Di encama êrişê de DAIŞ bi pêş ve çû û nuqteyên li herdu herêmên Şakoziyê û Rehcan xistin bin kontrola xwe. Ruxmî ku balafirên şer ên Rûsya digeriyan û zêdetirî 130 cihî bombebaran kir jî, hêzên hikumetê nikarîn êrişa DAIŞ`ê rawestînin.

Li gorî Navenda Çavdêriya Mafên Mirovan a Sûriyê (SOHR), di encama şerê di navbera hêzên hikumetê û çeteyên DAIŞ`ê de 19 leşkerên hikumet Şamê û 12 çeteyên DAIŞ`ê hatin kuştin û bi dehan jî birîndar bûn.