TAJÊ`yê der barê bûyerên li kampên Başûrê Kurdistanê de daxuyanî da: Xwekuştin ne çareserî ye

Tevgera Azadiya Jinên Êzidî (TAJÊ) derbarê bûyerên xwekuştinê yên ku li kampên li Başûrê Kuristanê de pêk tên daxuyanî da û banga mezinkirina têkoşînê kir.

TAJÊ`yê der barê bûyerên li kampên Başûrê Kurdistanê de daxuyanî da: Xwekuştin ne çareserî ye
9 ÇILE, 2021   10:44
NAVENDA NÛÇEYAN

Tevgera Azadiya Jinên Êzidî (TAJÊ) derbarê bûyerên xwekuştinê yên ku li kampên li Başûrê Kuristanê pêk tên daxuyanî da û destnîşan kir ku xwekuştin ne çareserî ye, li şûna wê divê jinên êzidî asta têkoşînê mezin bikin.

Daxuyanî wiha ye:

"Di  nav civaka me ya êzidî de di van demên dawîn de bûyerên xwekuştinê zêde derketine pêş, bi taybet li kampên li Başûrê Kurdistanê, her wekî din keç û jinên Êzidî dema neçar dimînîn, serî li xwekuştinê didin.  Wek Tevgera Azadiya Jinên Êzidî (TAJÊ) dema em van bûyeran dibihîsîn xemgîn dibin û em dibêjin ku xwekuştin ne hal e. Li şûna xwekuştinê divê em bi malbata xwe û civaka xwe bi taybet keç û dayikên xwe yên ku niha di destê DAIŞ’ê de ku çarenûsa wan ne diyar e, bifikrin û ji bo wan tekoşîn bikin.

Ji ber ku yê herî zêde di dema fermanê de rû bi rû bi zehmetiyan re may û rastî xwekuştin, firotin, şewitandin  û îşkenceyê hatî jina êzidî bû, bi taybet jî jinên ciwan. Ya ku îro tola wan hilîne û bibe bersiva van lîstokên ku liser civaka me ya êzidî tên meşandin, jina êzidî ye. Ji ber wek jinên ciwan ên êzidî  îro barê me giran e. Çavê vê civakê li me ye ku em bibin pêşengê wan û ji bo wan tekoşîn bikin.

Her wiha yê ku bibe bersiva fermanan jî car din keç û jinên ciwan yên êzidî ne. Divê hêrsa me nebe sebeba xwekuştinê, divê bibe sebeba tolgirtinê ji hêzên dagirker û kujerên civaka me ya êzidî ku her car ferman li ser vê civakê pêk tînîn. 

Niha pergalên dagirker şerê taybet li ser civaka me ya êzidî dimeşîne bi taybet li dijî jin û keçên ciwan. Herî zêde tora civakî bi kar tînin ji keç û jinên ciwan ên êzidî re dibin bela û gelek car tên wê rewşê ku nikarin ji nav derkevin.

Her wiha di kampên li Başûrê Kurdistanê de jî ev bûyerên xwekuştinê zêde dibin û jin di nav wan kampan de wek riyekî çareseriyê, xwe dikujin.

Banga me ji wan re ew e ku hûn dikarin werin ser ax, cîh û warê xwe û li vir xebatê jinên êzidî bimeşînîn.  Lewma divê em timî riyên çareseriyê peyda bikin, di her pirsgirêkekê de nabe em serî li xwekuştinê bidin. Di her tengavîyekê de bi riyên nîqaş, dan û standin û parvekirinê em dikarin derûnûya xwekuştinê derbas bikin.  Piştî fermanê û heya niha gelek kar û xebat hat meşandin. Bi avakirina Tevgera Azadiya jinên Êzidî yek jî armanca me birêxistinkirina jinên êzidî ye. Her wiha bersiv dayîna hemû pirsgirêkên civakî û keç û jinên ciwan yên êzidî ye.

Her kî jinek, keçek êzidî tengav bibe, bixwaze nîqaş bike, riyê çareseriyê bigere dikare serî li Tevgera Azadiya jinên Êzidî bide. Meclîsên me yê TAJÊ li her gund û navçeyekî Şingalê û derveyî welat xwe birêxistin kiriye. Her keç û jinek ciwan bixwaze serdana TAJÊ bike, ji bo nîqaş û çareserî em jê re amade ne. Em ê bi hemû derfet û îmkanên xwe ji pirsgirêkê jinên êzidî re bibin bersiv. Em wek malbata we ya duyemîn in. Bê tirs, bê guman, bê dudilî, bê ku hûn li paş xwe binêrin hûn dikarin wer in. Di vê jiyanê de hêvî tu caran naqede û TAJÊ jî li ser bingeha ku ji hemû jinan re bibe bersiva hêviyê hatiye damezrandin. Rêber APo ji bo jinan derfet û riyên çareseriyê avakiriye, lewma di serdema niha de bi fikrê rêber Apo em tu carî neçarî xwekuştinê nabin."