Rojnameyên erebî: Tirkiyê beriya qonaxa Biden tevgerên xwe li Sûriyê zêde kirin

Rojnameyên erebî girêdayî tevgerên artêşa Tirk a dagirker ên li Sûriyê, serdana Herîrî ji Tirkiyê re û rewşa li Lîbyayê nivîsîn.

Rojnameyên erebî: Tirkiyê beriya qonaxa Biden tevgerên xwe li Sûriyê zêde kirin
9 ÇILE, 2021   09:47
NAVENDA NÛÇEYAN

DAGIRKERA TIRK HEWL DIDE HEBÛNEKE BI BANDOR LI DOSYAYA SÛRIYÊ AVA BIKE

Di kar û barên Sûriyê de rojnameya El-Şerq El-Ewast ku agahiyên xwe dispêre çavkaniyên Tirk ragihand ku dagirkera Tirk, beriya ku rêveberiya nû ya Amerîkayê dest bi erka xwe bike, ji êrişên xwe yên li dijî Eyn Îsa û Til Temirê li gundewarê Hesekê, Minbicê û herêmên di bin kontrola Hêzên Sûriya Demokratîk (QSD) ên li bakur û bakur rojhilatê Helebê de. Her wiha tevgerên xwe yên li ser asta dîplomatîk armanc dike rewşa heyî ya li herêmên di bin hegemonya xwe de bide rûniştandin û destekftiyan bi dest bixe da ku bandor li xebatên siyasî yên li Sûriyê bike.

Heman çavkaniyan bi bîr xist ku sewqiyatên artêşa Tirk a dagirker ber bi Idlibê ve berdewam in. Derdora 12 hezar leşkerên Tirk li herêmê belav bûne û êdî ev li pêşiya pêşketina hêzên hikumeta Şamê yên ber bi Idlibê ve bûne asteng, ruxmî ku Rûsya bi bihanaya tunekirina komên tundraw desteka wê dike û hewl dide ku wan herêman vegerîne hemêza wê.

HEVDÎTINEK SURPRÎZ DI NAVBERA HERÎRÎ Û ERDOGAN DE

Derbarê serdana Seid Herîrî ji Tirkiyê re rojnameya El-Ereb wiha nivisî: “Li gorî gelek çavkaniyan, serdana Herîrî ji Tirkiyê re bi lihevkirina dewletên Kendavê û têkiliyên di navbera Tirkiyê û Fransayê de girêdayî ye. Herîr di serdanê de her du mijar û rewşa li Lubnanê bi Erdoganê re nîqaş kirin.

Çavkaniyan diyar kir ku Herîrî ji serdanê dixwaze nêrîna serokkomarê Tirkiyê derbarê geşedanên dawîn ên li Meclisa Hevkariya Kendavê de li gel lihevhatina Qeter bi Erebistana Siûd, Îmarat û Behreynê û Misirê re ya ku li derveyî meclisê ye, nas bike.

Erdogan daxuyaniya lûtkeya dewletên endamên Meclisa Hevkariyê ku li herêma El-Ula li Erebistana Siûdî li dar ketiye, bi erênî nirxand. Çavkaniyan destnîşan kir ku serokkomarê Tirkiyê dixwaze bibe beşek ji vê lihevanînê. Ji ber ku li ser tevahiya astan piştgirê yekemîn ê Qeterê ye.

Ji bo têkiliyên Tirkiyê-Fransayê jî, têkiliyên Herîrî bi Erdogan û serokkomarê Fransayê Emmanuel Macron re xurt û taybet in.

Li gorî hinek çavkaniyan serokkomarê Tirkiyê li gel amadekariyên dan û standinan bi rêveberiya Joe Biden re ya ku ji siyasetên Erdogan ne razî ye, dixwaze asta tundiya ku li dijî Macron û siyaseta Fransayê bi kar tîne sivik bike.

TIRKIYÊ ERŞÎFA LÎBYAYÊ ARMANC DIKE

Di kar û barên Lîbyayê de rojnameya El-Beyan wiha nivisî: “Destên tevliheviyê yên Tirkiyê gihaştin eşîfa Lîbyayê ya bi belgeyên dîrokî dewlemend e. Desteya Giştî ya Ewqafê ya girêdayî hikumeta Wîfaq beriya çend rojan xwest ku avahiya erşîfê ya li Terablusê bê valakirin û radestî wê were kirin.

Berpirsên navenda erşîfê eşkere kirin ku UNESCO`yê ev navend wek saziyek çanda mirovahî ya li Lîbyayê sinifandiye û herî kêm 27 milyon belgeyên dîrokî û nexşe tê de hene. Bi awayekî yekser girêdayî Terablusê ye û tu têkiliyên Desteya Ewqafê pê nîne."

(şx)