'Leyla Guven ji tevahî jinên cîhanê re pêşeng e'

Endama Rêveber a Komîteya Jinan a Meclisa Sivîl a Dêrazorê Melak Rebah got: "Leyla Guven ji hemû jinên azad re sembol e û pêşenga tevahî jinan e."

'Leyla Guven ji tevahî jinên cîhanê re pêşeng e'
9 ÇILE, 2021   09:24
DÊRAZORÊ-ELÎ SILÊMAN

Bertekên li dijî girtina hevseroka KCD'ê têkoşer Leyla Guven zêde dibin.

Endama Rêveber a Komîteya Jinan a Meclisa Sivîl a Dêrazorê Melak Rebah axivî û cezayê girtinê yê 22 sal û 3 meh ku dewleta Tirk li dijî têkoşer Leyla Guven biriye şermezar kir.

Melak Rebah destnîşan kir ku Leyla Guven li hemberî tecrîda ku dewleta Tirk li dijî rêber Abdullah Ocalan ferz kiriye serî hida û sûcên desthilata Tirk eşkere kirin.

Melak bal kişand ser helwesta Leyla Guven a li dijî tecrîdê û wiha pê de çû:"Ji ber ku ev rejîmên desthilatdar dijminê demokrasî, azadî û mafên mirovan e û ji kiriyarên wê ye ku şerê dijberên xwe bike. Leyla Guven qismeta xwe ji hovîtiya wan girtin ku bi tawanên bê bingeh ew girt."

Melak Rebah piştrast kir ku tawana li dijî Leyla Guven "Gotina rastiyê li hemberî zaliman e" û wiha axaftina xwe dewam kir:"Desthilata Tirk ku piştî Leyla Guven girt texmîn kir ku dengê wê birî, lê Leyla 200 rojan di greva birçîbûnê de ma û berxwedana xwe isbat kir."

Melak anî ziman ku Leyla Guven siyaseta vê rejîma sîtemkar şikand, ji ber vê neçar ma ku bihêle parêzer û malbat bi rêbertî re bicivin.

Melak Rebah li ser zimê hemû jinên Dêrazorê cezayê ku li dijî Leyla Guven hate birîn şermezar kir û got ku Leyla Guven ji jinên azadîxwaz ên cîhanê sembol e.

Endama Rêveber a Komîteya Jinan a Meclisa Sivîl a Dêrazorê Melak wiha gotina xwe bi dawî kir:" Jinên Dêrazorê Leyla Guven wekî meşeleya azadiyê û pêşenga hemû jinên li Bakur û Rojhilatê Sûriyê dibînin, ji ber  ku jina têkoşer a bi hêzê e ya her tim banga azadiyê dike."

(eh)

ANHA