‘Sakîne Cansiz binesaziya rêxistinî ji bo avakirina rêxistina jinên Kurd danî’

Koordînasyona Kongreya Star: “Sakîne Cansiz binesaziya rêxistinî ji bo avakirina rêxistina jinên Kurd danî. Armanc ji hedefgirtina Sakîne û hevrêyên wê, qelskirina destkeftiyên berxwedana îdiyolojîk û şoreşa jinan e.”

‘Sakîne Cansiz binesaziya rêxistinî ji bo avakirina rêxistina jinên Kurd danî’
8 ÇILE, 2021   11:17
NAVENDA NÛÇEYAN

Koordînasyona Kongreya Star îro bi boneya derbasbûna 8 salan li ser komkujiya Parîsê ku di 9`ê Çileya 2013`an de li dijî sê jinên şoreşger ên Kurd li paytexta Fransa Parîsê hate kirin, daxuyaniyek da.

Di daxuyaniyê de wiha hate gotin:

“Li ser komkujiya li dijî her sê têkoşerên Kurd ku di dîroka têkoşîna xwe de destanên lehengiyên nivîsandin, 8 sal derbas bûn. Bi wê boneyê em hevrê Sakîne Cansiz, Fîdan Dogan û Leyla Şaylemez ku di 9`ê Çileya 2013`an de bi destê îstixbarata Tirk (MÎT) li paytexta Fransa Parîsê hatin qetilkirin, bi minet bi bîr tînin.

Hevrê Sakîne Cansiz ku wekî fermandar, şoreşger û pêşen tê nasîn, roleke berz di tevgera rizgariyê ya kurdî û dîroka jinên cîhanê de lîst. Wekî jineke têkoşer û berxwedêr ku ji bo wekhevî û pêkanîna edaletê têkoşiya, bandoreke mezin li hêzên demokratîk kir. Hevrê Saknîa ji pêşengên ku fikirên azad ji xwe bingeh girtine bû û binesaziya rêxistinî ji bo avakirina rêxistina jinên Kurd danî. Ji ber wê yekê, Sakîne tevî hevrêyên xwe hate hedefgirtin. Armanc ji hedefgirtina wan, qelskirina destkeftiyên berxwedana îdiyolojîk û şoreşa jinê bû, her wiha têkbirina şoreşa azadiyê bi rêya şikandina vîna jinan bi komploya li dijî Sakîne û hevrêyên wê bû. Komployên dewleta Tirk a faşîst bi wê yekê nesekinîn, lê belê siyasetên zordariyê û qirkirina îradeya jinên azad bi komkujiyên din wekî komkujiya 5`ê Çileya 2016`an dewam kirin, ku wê demê 3 jinên şoreşger û siyasetmedar ên Bakurê Kurdistanê Sêvê Demîr, Fatima Ûyar û Pakîza Nayîr ku heta dawiyê ji bo parastina xak û rûmeta xwe li ber xwe dan, bi awayekî hovane hatin qetilkirin.

Êrişên li dijî jinên şoreşger wekî Hevrîn Xelef, Amara Rênas, Zehra Berkel, dayika Aqîde, Emîne Weysî, Hebûn Xelîl û gelek jinên din, berdewama zihniyeta serdestiya mêran e ku ji hêz û rêxistinbûna jinan ditirse. Ji lew ra, îdiyolojiya rizgariya jinan, çareseriya hemû dozên civakê û pêşîgirtina şer e.

Wekî Kongreya Star em qetilkirina her sê têkoşerên jin şermezar dikin û soza xwe ya şopandina rêya şoreşgerên pêşengên tevgera rizgariya Kurdistanê nû dikin. Em bang li hemû jinên di rêxistinên jinan û hiqûqî de dikin ku hevgirtî bin û têkoşîna li dijî partiya AKP`ê bilind bikin.”

(cx)