​​​​​​​Rojnameyên erebî: DAIŞ li Sûriyê careke din çalak dibe

Rojnameyên erebî îro behsa zêdebûna tevgerên DAIŞ`ê yên li Sûriyê, tevgera nû ya li başûrê rojhilatê Lîbyayê û serdana şandeya Koreya Başûr ji Tehranê re kir.

​​​​​​​Rojnameyên erebî: DAIŞ li Sûriyê careke din çalak dibe
8 ÇILE, 2021   10:04
NAVENDA NÛÇEYAN

Der barê kar û barên Sûriyê de rojnameya El-Beyan behsa zêdebûna êrişên DAIŞ`ê li Sûriyê di dawiya sala borî de kir ku di encamê de di kêmtirî 2 hefteyan de bi dehan hêzên hikumeta Şamê hatin kuştin. Vê jî metirsiyên vejîna DAIŞ`ê li Sûriyê çêkirin.

Rojnameyê wiha domand: “Di encama kemîna DAIŞ`ê ya li dijî hêzên hikumeta Şamê de di hefteya borî de, li ser rêya Dêrazorê bi dehan hêzên endamên hikumeta Şamê hatin kuştin. Ji ber wê artêşa Sûriyê û hevalbendên wê banga pêkanîna operasyonên fireh li dijî DAIŞ`ê li beyara Hims û Dêrazorê kir.

Ji ber vê tevgerê, Rûsya kete dewrê. Di du rojên dawîn de helîkopterên Rûsyayê li rex artêşa Sûriyê plana lêgerînê ya li beyarê pêk anî. Hinek dezgehên çapemeniyê got Rûsya ji bo şopandina tevgerên DAIŞ`ê, nuqteyên xwe yên leşkerî û îstixbaratî li beyara Palmîrayê (Tedmûr) zêde kirin.

Her wiha ji ber van tevgerên DAIŞ`ê, NATO jî kete nava liv û tevgerê. Berpirsê koordîneya operasyonên li dijî DAIŞ`ê Pierre Olson serdana Bakur û Rojhilatê Sûriyê kir û hevdîtin bi fermandarên Hêzên Sûriya Demokratîk (QSD) re girêdayî rewşên ewlehiyê li herêmê û pêwîstiya çalakkirina şerê li dijî DAIŞ`ê kirin.

Li gorî çavkaniyekî agahdar, berpirsê NATO`yê serdana baregehên Koalîsyona Navneteweyî ya li herêma Tanfê ya li ser sînorên Sûriyê-Iraqê kir.

Rêxistina terorîst beyara Sûriyê wek navendeke sereke ji bo pêkanîna êrişan li dijî artêşa Sûriyê bi kar tîne. Rûsya jî hêzên xwe li vê beyarê xurt kirin. Rêxistina DAIŞ`ê sûd ji erdnîgarî û firehbûna beyarê digire. Ji ber ku 7 parêzgehan bi hev ve girê dide.

`TEVGEREKE NÛ LI BAŞÛRÊ ROJHILATÊ LÎBYAYÊ`

Rojnameya El-Ereb behsa tevgereke nû li başûrê rojhilatê Lîbyayê kir û wiha nivisî: “Asta nakokiyê li herêma başûrê rojhilatê Lîbyayê li bajarê Sirte, Ajdabiya heta bigihêje Kefrayê zêde dibe.”

Rûspiyên herêmê bi daxuyaniyan diyar kir ku divê nûnertiya wan di dan û standinên siyasî de were kirin. Her wiha ragihandin ku ew piştgiriya pêşniyara duyemîn a girêdayî mekanîzmaya diyarkirina desthilateke rêveber a nû dikin.

Di daxuyaniya yekemîn de ya ku di 13`ê Kanûna sala borî de hatibû dayîn, gotina “Berqa Spî” hate bikaranîn. Di daxuyaniya duyemîn de jî gotina “Başûrê rojhilat” hate bikaranîn, wek nîşaneyekê ku gotina destpêkê rast bike ku di nava xwe de hewsek ji bo ji nû ve parçekirina herêma Berqayê ji Berqa Spî û Berqa Sor e dinixumîne.

Ji girîngtirîn daxwazên daxuyaniya komîteya avaker a bilind a herêma başûrê rojhilat ew e ku herêma başûrê rojhilat wek herêmeke çaremîn were diyarkirin û pîvanên navneteweyî di belavkirina parên malî û rêveberî de pêk werin.

`ŞANDEYEK JI KOREYA BAŞÛR SERDANA ÎRANÊ KIR`

Rojnameya Şerq El-Ewsat îro têkildarî serdana şandeya Koreya Başûr ji Îranê re wiha nivisî: “Ji bo dan û standina serbestberdana keştiya petrolê ya ku Tehranê desteser kiriye, duh şandeyek ji Koreya Başûr serdana Îranê kir.”

Artêşa Pasdaran a Îranê ragihand ku wê keştiyek petrolê ya Koreya Başûr Hancock Chime ji ber ku qanûnên deryayî binpê kirine, desteser kiriye. Her wiha îşaret pê kir ku keştî 7 hezar û 200 ton madeyên kîmyewî yên petrolê bar dikir.

Gerînendeyê giştî yê kar û barên Afrîkayê û Rojhilata Navîn a Wezareta Karên Derve ya Koreya Başûr Koh Kyung Suk got: “Ez hewl didim bi hempîşeyê xwe yê Îranê re bicivim. Ji bo çareserkirina pirsgirêkê pêwîst kir, ez ê bi hinek kesayetên din re bicivim.“

Berdevkê hikumeta Îranê Seîd Xatîbzade sedemeke din a serdana şandeya Koreyê bi bîr xist û diyar kir ku ev serdan amadekariya serdana cîgirê wezîrê karên derve yê Koreya Başûr Choi Jong-kun dike. Her wiha eşkere kir ku serdan beriya desteserkirina keştiyê hatibû plankirin, armanc jî nîqaşkirina rêbazên bidestxistina pereyên Îranê li Koreyê ye.”

(şx)