Şêniyên Reqayê: Hevgirtina pêkhateyên herêmê sedema serkeftina rêveberiya herêmê ye

Şêniyên Reqayê piştrast kir ku hevgirtina pêkhateyên herêmê û êlên wê, sedema serkeftina projeya rêveberiya xweser û leşkerî ye û roleke mezin di têkbirina planên dagirkeriya Tirk de dilîze.

Şêniyên Reqayê: Hevgirtina pêkhateyên herêmê sedema serkeftina rêveberiya herêmê ye
8 ÇILE, 2021   09:03
REQA - EHMED-EL-ESAF

Herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê bi pirrengiya pêkhate û êlên xwe tê naskirin. Pêkhate û êlên li herêmê jî resenî û kevneşopên xwe parastin û piştî rizgarkirina herêmê ji çeteyên DAIŞ`ê, parastin û rêveberiya xwe ya xweser û ya leşkerî ava kir.

Şêniyên Reqayê got pêkhateyên herêmê yên Ereb, Kurd, Suryan, Ermen û Tirkmen di çarçoveya jiyana hevbeş de bi hev re dijîn.

/ar/uploads/files/2021/01/08/072058_reqa-pekhate-e280ab28129e280ac.webp

Şêniyê bi navê Mihemed Seydo yê ji bajarê Reqayê destnîşan kir ku hevgirtin û jiyana hevbeş a di navbera pêkhateyên herêmê de ji girîngtirîn hîmên serkeftina Rêveberiya Xweser e. Bi taybet piştî ku ji DAIŞ`ê rizgar bû ku ji hêla dewleta Tirk ve, hewl da fitneyê li herêmê belav bike.

Seydo wiha domand: “Me karî fikrê DAIŞ`ê û komên din ên ku herêm dagir kirin, tune bikira. Îro jî em bi hev re li ser tevahiya astên sivîl, leşkerî û siyasî dijîn.”

Seydo bal kişand ser armanca dewleta Tirk ji êrişên ku li dijî herêmê pêk tîne û got: “Dewleta Tirk bi rêya ajanan bi armanca têkbirina projeya Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê, hewl dide fitneyê di navbera pêkhateyên herêmê de derxe. Ne dewleta Tirk û ne jî tu hêzên din nikarin fitneyê belav bikin û projeya me têk bibin, êdî şêniyên herêmê armancên komplogeran baş dizanin.”

/ar/uploads/files/2021/01/08/072021_reqa-pekhate-e280ab28129e280ac-e280abe280ac.webp

Şêxê êla El-Elî Remadan El-Rehal piştrast kir ku dema rizgarkirina herêmê ji hêla Hêzên Sûriya Demokratîk (QSD) ve û piştî ku şêniyên herêmê tev li tevahiya saziyên leşkerî û sivîl bûn, asta hevgirtinê di navbera pêkhate û êlên li herêmê de zêde bû û têkiliyên wan xurt bûn.

El-Rehal wiha pê de çû: “Îro em dikarin bêjin ku hevgirtin sedema serkeftina projeya li herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê ye.”

El-Rehal di dawiyê de diyar kir ku girîngiya hevgirtinê di dabînkirina parastina herêmê de veşartî ye, nexasim li gel êrişên dewleta Tirk ên li dijî herêmê ku jê armanc dike fitneyê belav bike û ewlehiya herêmê têk bibe.

(şx)

ANHA

<iframe width="560" height="315" src="https://www.youtube.com/embed/jyY-5LfjhWo" frameborder="0" allow="accelerometer; autoplay; clipboard-write; encrypted-media; gyroscope; picture-in-picture" allowfullscreen></iframe>