Ji bo gerîlaya HPG`ê Zîlan Roj merasîmek hat lidarxistin

Ji bo gerîlaya HPG`ê Zîlan Roj ku li çiyayên Kurdistanê şehîd bûye, li Amûdê merasîmek hat lidarxistin û bi dehan şêniyên herêmê beşdarî merasîmê bûn.

Ji bo gerîlaya HPG`ê Zîlan Roj merasîmek hat lidarxistin
Ji bo gerîlaya HPG`ê Zîlan Roj merasîmek hat lidarxistin
Ji bo gerîlaya HPG`ê Zîlan Roj merasîmek hat lidarxistin
Ji bo gerîlaya HPG`ê Zîlan Roj merasîmek hat lidarxistin
Ji bo gerîlaya HPG`ê Zîlan Roj merasîmek hat lidarxistin
Ji bo gerîlaya HPG`ê Zîlan Roj merasîmek hat lidarxistin
Ji bo gerîlaya HPG`ê Zîlan Roj merasîmek hat lidarxistin
Ji bo gerîlaya HPG`ê Zîlan Roj merasîmek hat lidarxistin
7 ÇILE, 2021   11:25
 QAMIŞLO

Maclisa Malbatên Şehîdan a navçeya Amûdê, merasîmek ji gerîlaya HPG`ê Gulê Esed (Zîlan Roj) re ku di 24`ê Îlona 2020`an de di encama êrişeke hewayî ji aliyê dewleta Tirk li herêma Botanê şehîd bûye de li dar xist.

Bi dehan şêniyên navçeya Amûdê, saziyên civaka sivîl, endamên rêxistinên leşkerî û Hêzên Parastina Civakî (HPC) beşdarî merasîmê bûn.

Merasîm li pêşiya mala şehîd Zîlan Roj a taxa Mesakin a navçeya Amûdê hat lidarxistin. Konê sersaxiyê bi wêneyên şehîdên Tevgera Azadiyê hatibû xemilandin.

Merasîm bi deqeyeke rêzgirtin destpê kir, piştre Hevserokê Meclisa Malbatên Şehîdan a navçeya Amûdê Zîwer Elî axivî û sersaxî ji malbata şehîd re xwest.

Piştre Endama Meclisa Leşkerî ya navçeya Amûdê Silava Dilovan jî axivî û diyar kir ku dijminê gelê Kurd çi bike jî nikare vîna jina azad têk bibe.

Di merasîmê de, bawernameya şehîd Zîlan Roj ji aliyê Meclisa Malbatên Şehîdan ve hate xwendin û radestî malbata şehîd hate kirin.

ANHA

<iframe width="560" height="315" src="https://www.youtube.com/embed/21_Jm4b6ieI" frameborder="0" allow="accelerometer; autoplay; clipboard-write; encrypted-media; gyroscope; picture-in-picture" allowfullscreen></iframe>