Ji bo desteka berxwedana girtîgehan jinên Reqayê jî dest bi greva birçîbûnê kir

Bi dirûşma “Bi greva birçîbûnan em qedên tarîtiyê bişikînin” vê sibehê Rêveberiya Jinan a Reqayê ji bo piştgiriya girtiyên di greva birçîbûnê de dest bi greva birçîbûnê kir.

Ji bo desteka berxwedana girtîgehan jinên Reqayê jî dest bi greva birçîbûnê kir
Ji bo desteka berxwedana girtîgehan jinên Reqayê jî dest bi greva birçîbûnê kir
Ji bo desteka berxwedana girtîgehan jinên Reqayê jî dest bi greva birçîbûnê kir
Ji bo desteka berxwedana girtîgehan jinên Reqayê jî dest bi greva birçîbûnê kir
Ji bo desteka berxwedana girtîgehan jinên Reqayê jî dest bi greva birçîbûnê kir
Ji bo desteka berxwedana girtîgehan jinên Reqayê jî dest bi greva birçîbûnê kir
Ji bo desteka berxwedana girtîgehan jinên Reqayê jî dest bi greva birçîbûnê kir
7 ÇILE, 2021   12:33
REQA

Ji bo piştgiriya berxwedana parlamanter Leyla Guven, Rêveberiya Jinan a Reqayê li hola civînan a Saziya Malbatên Şehîdan a li navarasta bajêr, dest bi hemleya greva birçîbûnê kir. Dê greva birçîbûnê 2 rojan dewam bike.

Di roja yekemîn de 73 jinên ji nivîsgehên jinan ên Meclisa Sivîl a Reqayê, Partiya Sûriya Pêşerojê, Komîteya Fêrkirin û Perwerdeyê, Şaredariya Gel a Reqayê, dayik û hevjînên şehîdan, nûnerên rêxistinên civaka sivîl û Meclisa Jinan a Sûriyê, beşdarî hemleyê bûn.

Hemle bi daxuyaniyeke Rêveberiya Jinan a Reqayê dest pê kir. Endama Rêveberiya Jinan Tesnîm Necar daxuyanî xwend û tê de wiha hate gotin:

 “Ji vê xaka ku bi xwîna şehîdan hatiye avdan, em dest bi hemleya greva birçîbûnê heta 2 rojan dikin. Em hemû girtinên ji aliyê dewleta Tirk û çeteyên wê ve şermezar dikin.

Ji xaka Firatê, ji xaka berxwedanê em bang li hemû welatên cîhanê û rêxistinên mafên mirovan dikin ku li hemberî hikumê der heqê têkoşer Leyla Guven de ku mînaka berxwedanê ji bo hemû jinên cîhanê ye û sembola têkoşîna aştiyane û sivîl e, helwesteke mirovî û cidî nîşan bidin.

Em tekez dikin ku em têkoşîna xwe ya ji bo parastina jinan bidomînin û em ê her rojê ji bo jinan veguherînin serkeftinê."

Piştre şandeyên jinan serdana cihê çalakiyê kir û bi navê Nivîsgeha Jinan a Partiya Sûriya Pêşerojê Henan Mihemed, bi navê Saziya Malbatên Şehîdan Hîbe El-Ebdullah û bi navê Komîteya Jinan a Meclisa Sivîl a Reqayê Nadiye El-Yûsif, axivîn.

Axaftvanan got jinên behsa azadiyê dikin ji aliyê hikumetan ve tên hedefgirtin, ji lew re divê baweriya wan hebe ku dê rojekê îradeya jinan mezintir û serbixwe bibe û dê jin berê xwe bidin azadiyê.

Piştre sînevîzyonek li ser binpêkirinên hikumeta Tirk li dijî girtiyên siyasî, hate pêşandan.

Tê payîn ku hemle 2 rojan dewam bike û şandeyên sivîl û siyasî serdana çalakvanên greva birçîbûnê bikin.

(cx)

ANHA