Şênî û êlên Dêrazorê: Em ê piştgiriya berxwedana QSD`ê bikin

Bi hezaran şêniyên gundewarên rojhilatê Dêrazorê îro ji bo şermezarkirina êrişên dewleta Tirk a dagirker ên li dijî Eyn Îsayê û Bakur û Rojhilatê Sûriyê meşiyan.

Şênî û êlên Dêrazorê: Em ê piştgiriya berxwedana QSD`ê bikin
7 ÇILE, 2021   12:20
DÊRAZOR

Bi hezaran şêniyên bajarokên Baxoz, Hecîn û Ebû Hemam ên rojhilatê Dêrazorê û rûspiyên herêmê ji bo şermezarkirina êrişên artêşa Tirk a dagirker ên li dijî Eyn Îsayê û herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê, meşek li dar xist.

Meş ji ber nexweşxaneya Hecînê dest pê kir. Beşdaran pankartên “Em şêniyên Dêrazorê şaneyên dagirkeriya Tirk red dikin”, “Hilweşe AKP û na ji Erdoganê hov re” hildan û sloganên şermezarkirina êrişên li dijî herêmê berz kirin.

Di meşê de hevserokê Meclisa Gel a Hecînê Selah El-Selman ji ANHA`yê re axivî û got ew mudaxeleyên dewleta Tirk ên li dijî herêmê red dikin. El-Selman got: “Em piştgiriya berxwedana Hêzên Sûriya Demokratîk (QSD), rêveberiya herêmê ya sivîl û siyasî û Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê dikin ku ji bo parastina ax û rûmeta gelên herêmê tê dikoşe.” 

El-Selman wiha lê zêde kir: “Em ji wan kesan re ku hewl didin mudaxeleyî herêmên me bikin, dibêjin hûn xewnan dibînin. Em ji Tirkan re dibêjin Eyn Îsa Dêrazor e û Dêrazor Eyn Îsa ye. Bi rêya gelê berxwedêr û şehîdan em ê bigihêjin azadiya xwe û destkeftiyên xwe biparêzin.”

El-Selman berxwedana şervanan li eniyên şer silav kir.

Rûspiyê êleke Ereb a ji herêmê Ebdulezîz El-Salim jî got ew dagirkeriyê qebûl nakin, gelên li herêmê yek in û dê li hember hemû hewldanên dagirkeriyê li ber xwe bidin û welatê xwe biparêzin.

(şx)

ANHA

<iframe width="560" height="315" src="https://www.youtube.com/embed/6LP8UowgXQw" frameborder="0" allow="accelerometer; autoplay; clipboard-write; encrypted-media; gyroscope; picture-in-picture" allowfullscreen></iframe>