Ciwan Mistefa: Rêveberiya Xweser û WHO’yê li ser şandina dermanê Koronayê nîqaş kirin

Dr. Ciwan Mistefa di panela Heyva Sor a Kurd li dar xistiye de, diyar kir ku di navbera Rêveberiya Xweser û WHO’yê de nîqaş li ser şandina dermanê vîrusa Koronayê ji herêmê re çêbûn.

Ciwan Mistefa: Rêveberiya Xweser û WHO’yê li ser şandina dermanê Koronayê nîqaş kirin
Ciwan Mistefa: Rêveberiya Xweser û WHO’yê li ser şandina dermanê Koronayê nîqaş kirin
Ciwan Mistefa: Rêveberiya Xweser û WHO’yê li ser şandina dermanê Koronayê nîqaş kirin
Ciwan Mistefa: Rêveberiya Xweser û WHO’yê li ser şandina dermanê Koronayê nîqaş kirin
Ciwan Mistefa: Rêveberiya Xweser û WHO’yê li ser şandina dermanê Koronayê nîqaş kirin
28 kanûn, 2020   16:06
QAMIŞLO

Heyva Sor a Kurd bi hevkariya bi Desteya Tenduristiyê ya Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê re  panelek li hola Nexweşxaneya Dil û Çavan a li Qamişlo li dar xist. Di panelê de bi dehan rojnameger amade bûn.

Hevserokê Desteya Tenduristiyê ya Bakur û Rojhilatê Sûriyê Dr. Ciwan Mistefa û hevserokê Heyva Sor a Kurd a li Bakur û Rojhilatê Sûriyê Şêrwan Berî panel bi rê ve bir. Di panelê gelek mijarên girêdayî rola çapemenî û rojnamegeran di zanakirina şêniyan bi xeteriya vîrusa Koronayêde , pêkanîna tedbîrên xweparastinê, pêwîstiya gihandina agahiyên rast li ser vîrusê ji şêniyan re, eşkerekirina agahiyên çewt û girîngiya koordîneyê di navbera saziyên ragihandin û tenduristiyê de hatin nîqaşkirin.

Mistefa di destpêka axaftina xwe de danûstandin û nîqaşên di navbera Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê û Rêxistina Tenduristiyê ya Cîhanê (WHO) de ya li ser şandina dermanê vîrusa Koronayê ji herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê di bin sponseriya Desteya Tenduristiyê de, eşkere kirin.

Mistefa da zanîn ku cîhanê tevahî bi sedema pandemiya vîrusa Koronayê, di şerekî hebûnê re derbas dibe, li seranserî cîhanê û herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê jî di nav de, rojane bi sedan kes bi vîrusa Koronayê dikevin û dimirin û wiha got: "Em di merheleyeke hesas re derbas dibin û pêkanîna tedbîrên xweparastinê pir girîng e."

 ‘CÎHAN LI HEMBER PÊVAJOYEKE NÛ YA VÎRUSA KORONAYÊ YE’

Mistefa da zanîn ku tevî gelek nimreyên awarte hatine diyarkirin, lê piranî şênî dema nîşaneyên vîrusa Koronayê li wan diyar dibin, agahiyê nadin û testa xwe li gel Hevya Sor a Kurd çênakin. Bi wê re jî beriya demekê vîrusa Koronayê bi lez li herêmê berbelav bû.

Mistefa wiha axivî: "Heke Desteya Tenduristiyê ya Bakur û Rojhilatê Sûriyê tedbîrên tenduristî û xweparastinê li tevahî saziyên li herêmê pêk neaniya, wê demê dê şênî di merheleyek xetere de bûya. Lê belê me ev pêvajo derbas kir û niha em li beramber pêvajoyeke nû ya vîrusê ne. Ji lew re divê bênavber tedbîrên parastin û xweparastina guncaw pêk bînin, da ku pêşî li vîrusa Koronayê li herêmê bigirin."

Mistefa piştrast kir ku ew wek Desteya Tenduristiyê û Hevya Sor a Kurd li Bakur û Rojhilatê Sûriyê gelek civînan û bê navber bi saziyên peywendîdar ên li herêmê re li dar dixin, da ku careke din vîrusa Koronayê di navbera şêniyan de dernekeve û wiha pê de çû: "Ji dema derketina vîrusê li herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê de me dest bi avakirina tîmên şopandina rewşa tenduristiyê ya şêniyan û odeya awarte kir, ev ode jî 24 saetan di ximzetê de bû."

Dr. Ciwan Mistefa destnîşan kir ku tevahî tedbîrên ku li herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê hatine girtin, li gorî protokolên WHO’yê bûn. Lê ew protokol dem bi dem li gorî rewşa tenduristî dihatin guhartin."

 ‘DIVÊ KORDÎNE DI NAVBERA SAZIYÊN ÇAPEMENÎ Û DESTEYA TENDURISTIYÊ DE HEBE’

Mistefa di dawiya axaftina xwe de eşkere kir ku pêwîst e di navbera saziyên çapemenî û Desteya Bakur û Rojhilatê Sûriyê de hevkarî hebe, da ku şêniyan der barê xeterî û rastiya vîrusa Koronayê de zana bikin û wiha destnîşan kir: "Desteya Tenduristiyê nikare şêniyên bi awayekî baş zana bike. Ji lew re divê rojnameger roleke girîng di zanakirina şêniyan de ya sînordarkirina berbelavbûna vîrusa Koronayê de bilîzin."

Li aliyekî din jî hevserokê Heyva Sor a Kurd a Bakur û Rojhilatê Sûriyê Şêrwan Berî wiha got: "Hin agahiyên çewt di navbera şêniyan de li ser vîrusa Koronayê tên belavkirin. Ji lew re divê rojnameger bi erkên xwe yên zanakirina şêniyan a li ser xeteriya vîrusê de, pêk bînin. Ji ber em li hember merheleyeke nû ya berbelavbûna vîrusa Koronayê de ne."

Berî da zanîn ku rêjeya miriyên vîrusa Koronayê li Bakur û Rojhilatê Sûriyê li gorî bi dewletên dîtir re, pir kêm e."

Di dawiya panelê de, deriyên nîqaşê hat vekirin, da ku pêşniyarên xwe yên li ser pêkanîna tedbîrên gucaw û çawaniya zanakirina şêniyan a pêkanîna tedbîrên xweparastinê, pêkêş bikin.

(fr)

ANHA