‘Ji bo derxistina nakokiyan çete şandine Başûrê Kurdistanê'

Serokê meclisa PYD’ê ya herêma Firatê Ehmed Şêxo got tevgerên dewleta Tirk ên li Başûrê Kurdistanê, ew e ku binpêkirina serweriya Iraqê û bi hewldana pêkanîna bloka Îslama Selefî li herêmê ye.

 ‘Ji bo derxistina nakokiyan çete şandine Başûrê Kurdistanê'
25 kanûn, 2020   05:18
KOBANÊ

Dewleta Tirk a dagirker bi eşkere sûcan li dijî herêmê pêk tîne, ew jî bi şandina komên çete yên girêdayî wê ye. Her wiha ev tevger ne ya dawî ne jî ya yekemîn e ku agahî hatin belavkirin ku dewleta Tirk plan dike ku çeteyên xwe veguhêze herêma Heftanînê ya li Başûrê Kurdistanê.

Di bin navê "parastina ewlehiya nîştimanî" dewleta Tirk serweriya gelek dewletan, mîna Sûriyê, Iraq, Lîbya û herêma Qerebaxê bin pê kir. Bi vê yekê tevahî qanûnên navneteweyî û mîsaqên civaka navneteweyî bin pê kirin.

‘HEWLDANEKE BI ARMANCA KÛRKIRINA KRÎZAN E’

Têkildarî mijarê, Hevserokê Meclisa Partiya Yekitiya Demokrat (PYD) ya herêma Firatê Ehmed Şêxo wiha got: "Dewleta Tirk a dagirker hewl dide li ser hesabê serweriya dewletên cîran, dewleta Osmanî vejîne. Tişta niha li Iraqê rû dide ji tevahî re eşkere ye."

Şêxo wiha domand: "Êdî civaka navneteweyî, çi ewropî, yan jî erebî yan ji bilî wan dibe bila bibe, berjewendiyên hikumeta Tirk, tevger û armancên wan ên li herêmê dizanin. Şandina çeteyan ji Iraqê re ne sûcekî nû ye, berê jî dewleta Tirk çeteyên xwe ji ber şer şandin Lîbya û Azerbaycanê û serweriya wan dewletan binpê kirin. Niha jî heman sûcî li Iraqê dike."

Ehmed Şêxo da zanîn ku dewleta Tirk niha hewl dide nexşeya nû ya dewleta Osmanî deyne, erdnîgariya wê bi rêya destwerdanên li kar û barên tevahî dewletên li Rojhilatê Navîn berfireh bike. Di van tevahî dewletan de, rola dewleta Tirk roleke kûrkirina krîzan û avakirina komên tundraw e mîna çawa li Sûriyê kiriye û hê jî dike."

Dewleta Tirk bi dirêjahiya salên borî, baregehên perwerdekirina çeteyan li Tirkiyê, li Sûriyê û Iraqê ava kirin. Bi wê re bi hezaran çete perwerde kirin û beşdarî şerên ku dewleta Tirk ava dike, kirin.

Pêkanîna siyasetên piştevaniya çeteyên tundraw, bi xwe karesat ji gelên herêmê re anîn. Ji ber di cihekî de ku dewleta Tirk û çeteyên wê hene, aştî ne pêkan e.

 ‘JI BO PÊKANÎNA ŞER Û NAKOKIYÊN ETNÎKÎ, ÇETE LI BAKURÊ IRAQÊ NE’

Siyasetmedar Ehmed Şêxo wiha diyar kir: "Şandina çeteyên tundraw ji Iraqê re, bi armanca avakirina baregehan e. Ev jî bi hewldana afirandina nakokiyên etnîkî û şerê qewmî li tevahî herêmê, di navbera Sine, Şîe, Kurd û Erebe de ye. Bi wê re jî aloziyên li Rojhilata Navîn zêde dibin."

Şêxo wiha axivî: "Li her derê ku gendelî û nakokiyên etnîkî pêk tên, li pişt wê dewleta Tirk û şerên wê yên li herêmê heye. Bo nimûne, dewleta Tirk bi rêya şandina çeteyên tundraw ên Sine li herêmên ku tê de Şîe pir in bi armanca lidarxistina nakokiyên etnîkî û mezhebî ne. Li aliyekî din jî dixwaze şerê mezhebî û etnîkî di navbera Kurd û Ereb de jî pêk bê."

Der heqê helwestên Iraqê de, Ehmed Şêxo wiha pê de çû: "Iraq, di nava siyaset û civaka navneteweyî de, xwedî serwerî ye. Lê tişta ku em li ser erdê dibînin, tê sepandin ku dewleta Tirk vê serwerî û mafên cîran an jî mîsaqên navneteweyî yên exlaqî bin pê dike."

Şêxo destnîşan kir ku dewleta Tirk ne tenê sînorê dewleta Tirk bi şandina çeteyan bin pê dike, lê belê bi bikaranîna mecala asîmanî ya taybet bi dewleta Iraqê ji bo topbarankirina gelê Iraqê jî, binpê dike.

Hevserokê PYD’ê ya herêma Firatê Ehmed Şêxo wiha gotina xwe bi dawî kir: "Dewleta Tirk niha sûcdarê yekemîn ê lidarxistina tevahî krîzên li Rojhilata Navîn e û pirsgirêkên wê bi tevahî dewletên li herêmê re hene. Ji ber siyaseta dewleta Tirk a dagirker, dagirkirina tevahî dewletên herêmê di vê merheleyê de ye. Êdî civaka navnetewaeyî û erebî jî vê siyasetê dizanin. Lê belê tişta tê xwestin civaka navnetewaeyî û erebî li rex gelan li hember van planan û binxistina wê bisekinin."

(fr)

ANHA