Şêniyên Efrînê piştgiriya greva birçîbûnê kir

Koçberên Efrînê piştgiriya xwe ji girtiyên siyasî yên di girtîgeha dewleta Tirkiyê de ku di greva birçîbûnê de ne, nîşan dan û gotin: "Em ê asta têkoşîna xwe bilind bikin da ku dengê me bigihêje cîhanê."

Şêniyên Efrînê piştgiriya greva birçîbûnê kir
25 kanûn, 2020   02:41
ŞEHBA-LÎNDA ŞÊX

Bi armanca rakirina tecrîda li ser rêber Abdullah Ocalan û bidawîkirina sûcên dewleta Tirk ên li dijî girtiyên siyasî, ji 27`ê Mijdara derbasbûyî ve girtiyên siyasî yên di girtîgehên dewleta Tirk de dest bi greva birçîbûnê kirine.

Kurdên li Rojava bi çalakiyên cûr bi cûr xwedî li pêngava greva birçîbûnê derdikevin. Duh li navçeya Ehizê ya kantona Şehbayê bi beşdarbûna bi sedan kesî meşek hate lidarxistin.

Şêrîn Hesen a ku tev li meşa bibû got: "Me ev meş li dar xistiye da ku helwesta xwe li dijî êrişên hovane yên li dijî sivîlên li herêmên dagirkirî nîşan bidin, her wiha piştgiriya berxwedana girtiyan bikin. Ev pêvajo hestiyan e, pêvajoya hebûn û tunebûnê ye."

Şêrîn Hesen diyar kir ku ji bo dengê xwe bigihînin cîhanê, sûcên dermirovî red bikin daketine qadan û wiha axaftina xwe bi dawî kir: "Artêşa Tirk li dijî gelê Efrînê yên ku 58 rojan li kantona Efrînê li ber xwe dan, sûcên dermirovî pêk tîne, lê dîsa jî em ê heta rizgarkirina xakê û vegera li Efrînê li ber xwe bidin."

Di heman çarçoveyê de Şêxo Îbrahîm jî axivî û destnîşan kir ku meşa wan bi armanca şermezarkirina zextên li ser rêber Abdullah Ocalan û hemû girtiyên siyasî têne meşandin, hatiye lidarxistin.

Îbrahîm banga şandina komîteya şopandina rastiyan kir, da ku rewşa girtiyên siyasî yên di girtîgehên dewleta Tirk de ne ji nêz ve nas bikin, her wiha bang li ENKS`ê kir ku piştgiriya dewleta Tirk li dijî kurdan neke.

Di dawiyê de welatiya bi navê Emîna Xelîl jî axivî û got: "Ji bo şermezarkirina êrişên li ser kurdan me ev meş li dar xistiye. Em banga avakirina yekitiyê dikin, divê her kes ji xewa xwe şiyar bibe, ji bêdengiya ji komployên li dijî gelê Kurd re êdî bes e."

(eh)

ANHA

<iframe width="560" height="315" src="https://www.youtube.com/embed/SNJy3hoVY9M" frameborder="0" allow="accelerometer; autoplay; clipboard-write; encrypted-media; gyroscope; picture-in-picture" allowfullscreen></iframe>