Gelo li hemberî Idlibê kîjan dever hatin dayîn?

Rojnameger Rohat Baran destnîşan kir ku Rûsya li dijî êrişên dewleta Tirk a dagirker ên li ser Eyn Îsayê xwe bê deng dike û got balkêş e di heman wextî de dewleta Tirk ji nuqteyên xwe yên li Idlibê vedikişe, ev germ û gura vê dawiyê nîşan dide ku ihtîmal heye di navbera dewleta Tirk û Rûsyayê de bazarek hebe.

Gelo li hemberî Idlibê kîjan dever hatin dayîn?
23 kanûn, 2020   00:46
NAVENDA NÛÇEYAN - CÎHAN BÎLGÎN

Dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wê êrişên giran tînin ser Bakur û Rojhilatê Sûriyê, bi taybet êrîşî navçeya Eyn Îsayê, gundewarên wê û rêya M4 dikin. Li gel êrişan sewqiyateke giran bo Til Temîr, Zirgan û Eyn Îsayê tê kirin. Li aliyekî dewleta Tirk û çeteyên xwe bi awayekî dijwar êrîşan tînin ser Bakur û Rojhilata Sûriyê, li aliyê din dewleta Tirk ji nuqteyên xwe yên li Idlibê vedikişe, li ser van rûdanan siyasetmedar dibêjin dibe ku Rûsyayê tawîz dabin dewleta Tirk a dagirker.

Rojnameger Rohat Baran pêşketinên li herêmê ji nêzik ve dişopîne û der barê êrişên li ser Eyn Îsayê û bazarên têkildarî Idlibê de ji ANHA’yê re axivî.

‘AKTORÊN SEREKE YÊN IDLIBÊ RÛSYA, AMERÎKA Û NATO NE’

Rohat Baran bi bîr xist ku heta niha jî li Idlibê rageşî û pevçûn hene, li herêmê aktorên li pêş Rûsya, Amerîka û NATO ne û wiha got: “Her roj balafirên Rûsyayê û yên rejîmê deverekê bombebaran dikin, dewleta Tirk û çeteyên xwe jî êrişan dibin ser deverên di bin deste rejîmê de. Tê gotin ku 8 nuqteyên dewleta Tirk hatine dorpêçkirin, hinek ji wan hatine valakirin, an jî vekişiyan paş çeperan. Ji aliyê din ve dewleta Tirk hêza xwe vedikişe herêmê, her tim sewqîyatê dike. Di esasê xwe de rewşa şer li Idlibê tenê di navbera rejîm û Tirkiyê de nîn e. Ev her du tenê rûyên li pêş çavan in. Aktorên esasî Rûsya, Amerîka û NATO ne. Ew vê kişikê dilîzin, lê Tirkiye û rejîma Sûriyê xuya dikin.”  

‘PLANA AMERÎKAYÊ LI SÛRIYÊ; JI ALIYEKÎ VE CIH VEKE JI ALIYEKÎ VE HÊZÊ AVA BIKE’

Berî çend rojan nûnerê taybet ê Sûriyê yê Amerîkayê yê berê James Jeffery di hevpeyvînekê xwe de bi bîr xistibû ku Amerîka û NATO li Idlibê piştgiriya Tirkiyê dikin û gotibû: “Tirkiyê bi desteka NATO’yê çete bi rêxistin kirin û bi vî awayî dest bi dagirkirina hin herêman kir. Wê demê NATO û dewleta Tirk li gorî xwe hesabên xwe hebûn. Amerîkayê, ji aliyekê ve dixwest li Sûriyê ji xwe re qadekê veke, têkilî siyaseta Sûriyê bibe, ji aliyê din ve dixwest bi komên çete re bi van hêzên paramîlîter re ji bo destwerdana welatan ji xwe re hêzeke mîlîter ava bike. Ji bo îmaja Amerîkayê baş nedibû ku yekser bi komên çete re kar bike. Çimkî wê xwe wek berevana demokrasiya dinyayê nîşan dida. Lê kesekî mîna Recep Tayyîp Erdogan ê pragmatîst ku wek îdealîst xuya dikir, ji vê yekê sûd wergirt û xwe kir xwedanê van planan.

‘ÎRAN Û RÛSYAYÊ LI SER NEXŞEYÊ RENG GUHERTIN’

Xuya ye Erdogan wisa hatiye têgihandin ku ew ê pareke xwe ya Sûriyê bistîne, ew ê fersendê bi dest bixe ku destkeftiyên Kurdan ji binî ve têk bibe, lewra heke bê bîra me; wextekê digot em ê nimêja nîvro li Mizgefta Emewî bikin. Piştî wê dest bi îdiaya Osmaniya nû kir û got ku ew ê erdên bav û kalên xwe ji nû ve bistînin û axa welatê xwe fireh bikin. Li gel çeteyên xwe kete nava erda Sûriyê û qasekê bi pêş ve çû lê pê re Îran û Rûsya daketin meydanê, bi hatina wan re rengên ser nexşeyê dîsa guherîn.”

‘TRUMP Û PÛTÎN DER BARÊ IDLIBÊ DE LI HEV HATIN’

Baran diyar kir ku der barê Idlibê de ji Tirkiyê pirtir helwesta Rûsya û Amerîkayê, nakokî û pevçûnên wan, peyman û girêbestên wan girîng in û hevdîtineke Trump û Pûtîn a li Îsraîlê bi bîr xist û got: “Di vê hevdîtinê de, hatibû gotin ku wan der barê gelek mijaran de li hev kiriye. Wisa diyar e ku di wê hevdîtinê de wan der barê çarenûsa Idlibê de jî biryareke hevbeş heye. Ka Idlib dê di destê Tirkan de be, yan dê dîsa bikeve destê rejîma Şamê, heke bikeve destê wê dê çawa be?” 

‘RÛSYA Û REJÎM NAHÊLIN IDLIB BIBE MÎNA LÎWAYA ÎSKENDERONÊ’

Baran diyar kir ku rageşiya Idlibê dê berdewam bike û got ew wisa difikire ku Rûsya û rejîm dê nehêlin Idlib bibe mîna Lîwaya Îskenderonê. Baran aşkere kir ku rêbazên vê têne ceribandin û wiha axivî: “Ka ew ê bi rêbazeke çawa vî karî bikin, bi kîjan rê û rêbazê têkiliyê bi pêş bixin, mijara nezelal ev e. Peyman, hevdîtinên Astanayê, agirbest wek rêbaz têne ceribandin. Heta ku dewleta Tirk bi tevayî ji Idlibê neyê derxistin, heta bandora çeteyan neyê şikandin û bajêr bi tevayî nekeve bin kontrola rejîmê, wisa xuya dike ku dê rê û rêbazên cur bi cur bêne ceribandin.”

Baran diyar kir ku di warê kontrolkirina Idlibê de Rûsya û rejîm tu car bi paş ve gav naavêjin û got Rûsyayê di vî warî de bi Amerîkayê re li hev kiriye. Baran aşkere kir ku a niha rê û rêbazên vê peymanê xistine dewreyê û wiha got: “A niha piyonan didin pêş, yek ji wan dê piyonekê ji ser maseyê rake, yê din piyonê din, lê lîstik dê dewam bike. Ew hêzên Tirkiyê didin pêş, vê gavê çi qas pêdiviya wan bi wan çeteyên ber destê Tirkiyê heye û ew ê hê çi qas wan bi kar bînin, pirs ev e. Her wiha hindî rejîm bi pêş ve diçe, ew penaberên ji Idlibê derdikevin dê li ku derê bêne bicihkirin, li ser vê yekê plan û hesab têne kirin.”  

‘DI ÊRIŞÊN EYN ÎSAYÊ DE QEY RÛSYAYÊ SÎNYAL DANE KU EW Ê DENGÊ XWE NEKE’

Baran destnîşan kir ku li Idlibê nêzî 30 hezar hêzên Tirkiyê hene û gotina Jeffery bi bîr xist ku gotibû Tirkiye careke din ji wê derê dernakeve û li ser vê ev nirxandin kir: “Bêguman zemîn gelekî hilû ye û di rewşeke wisa de bikaranîna vî zimanî rast nîn e. Belkî jî wî bi vê gotina xwe hêviya dilê xwe anîbe ziman, em nizanin. Lê xuya ye bi Rûsyayê re di hin mijaran de li hev hatine û hin têkiliyên wan li ser bidestxistina hin tawîzan çêbûne. Êdî ev lihevkirina wan der barê Qerebaxê de an der barê hin deverên Bakur Rojhilatê Sûriyê de ne em nizanin. Wisa xuya ye, sinyal daye, heke dewleta Tirk êrîşî Eyn Îsayê bike, ew ê dengê xwe neke. Tirkiyê jî jê re jest kiribe ku ji wan nuqteyan vekişe û bibêjiyê va ye min xwe vekişand tu jî dengê xwe neke, ev tenê texmîn in.

Tirkiye bi giştî di rewşeke gelek tengav de ye. Hinekî jî ketiye ber hembêza Rûsyayê” Baran bi vê gotina xwe bal kişand ser kûrahiya têkiliyên Rûsya û Tirkiyê û bi bîre xist ku li her devera Tirkiye difikire ku belav û pêş dikeve bi Rûsyayê re rûbirû tê, lê heman wext bêyî Rûsyayê nikare tu tiştekî jî bike û wiha ev têkiliya bi nakok wiha rave kir: “Ji bo dev ji Rûsyayê bernede peymana S-400 neşikand û bi Amerîkaya hevpeymana xwe re rûbirû hat. Li Lîbyayê, Qerebaxê bi Rûsyayê re nakokîyên wê hebûn. Li Sûriyê jî her diçe bêhtir ew û Rûsya tên rûbirûyê hev. Tirkiye dişibe laşê ku hindî diçe fêrî bikaranîna narkozê dibe. Wisa hizir dike, dibêje ez li her derê belav dibim û bi vê hişê wê ditevize, xwe şa hîs dike,  lê hay jê nîn e ku ew narkoz jî laşê wê dikoje û wê pûç dike.”

‘JI BO EYN ÎSAYÊ JÎ HEMAN SENARYO; LI HEMBERÎ GUTAYÊ BAB, LI HEMBERÎ HELEBÊ EFRÎN’

Rojnameger Baran gurbûna êrişên bi ser Eyn Îsayê bi vekişîna ji nuqteyên Idlibê ve girêda û ev gotin anîn ziman: “Bêguman Rûsya ji bo di eniya Idlibê de bi pêşl bikeve hemberî dewleta Tirk taqtîkan dike. Ji bo bigihêje armanca xwe zêde guhê xwe nade karekterê navgînên ku bi kar tîne. Ji bo wê ya giring ew e ku deverên serwerya dewleta Tirk lê heyî wê hêza wê ya serwer bişkêne. Wek tê zanîn, bi berdêla ku dewleta Tirk Helebê berde, rê dabûnê lê têkeve Babê û berdêla Gutaya rojhilat jî Efrîn dabûn Tirkan. Wisa xuya dike ku aniha jî rêbazeke mîna vê tê bikaranîn. Êrişên bi ser Eyn Îsayê hemwextî vekişîna dewleta tirk a ji nuqteyên Idlibê pêk tê. Ev senaryo, senaryoyên berê tîne bîra mirov.” 

ÇIMA EYN ÎSA?

Li ser pirsa me ya ‘çima Eyn Îsa?’ Baran ev bersiv da: “Tirkiye dixwaze qada xwe ya dagirkeriyê berfireh bike. Berê xwe dide Eyn Îsayê, çimkî dagirkirina Eyn Îsayê, pê re deriyê Kurdan bi tevayî ji rojava tê birîn. Yanî Kobanê, Minbiç û Şehba bi tevayî ji Bakur Rojhilatê Sûriyê tê qutkirin. Paşê jî yek bi yek dê berê xwe bide ser van deveran. Plana wê ev e. Ji ber vê mebestê êrişên xwe li ser Eyn Îsayê gur kirine. Ji ber vê yekê tawîzan dide Rûsyayê.    

‘BERAMBERÎ PÊŞVEÇÛNA LI IDLIBÊ ÇAVÊN XWE JI ÊRIŞAN RE DIGIRE’

Rûsya jî hesasiyeta dewleta Tirk a der barê Kurdan de dizane, lewra ew ji xwe re plana vê çendê dike, ‘ka ez çend dikarim ji vê hesasiyetê sûdê werbigirim.’ Ji ber vê yekê beramberî ku li Idlibê hinekî bi pêş ve biçe dibe îşaret dabe Tirkiyê ku ew ê dengê xwe ji bo êrişên ser Eyn Îsayê neke. Ez nabêjim destûra êrişê daye dewleta Tirk, çimkî Eyn Îsa ji bo rejîmê û Rûsyayê jî têra xwe giringiya xwe a stratejîk heye. Rêya dewlî ya M4 di vê derê re derbas dibe, ev rê heta Helebê heta Deryaya Navîn diçe. Ji aliyekî din ve dergehê têketina deverên stratejîk ên mîna Reqa, Tebqayê ye jî. Bi rastî jî heke Tirk vê derê vegirin berjwendiya wan tê de heye, kara wan bo Tirkan heye hinekî guman ser hene. Lê dewleta Tirk van demên dawîn êrişên xwe li ser Eyn Îsayê giran kirine, propagandayê dike ku ew ê wê derê bistîne, ev propaganda heman wext sepandinên wê ne, ji aliyê din ve jî hin nîşanên wê yekê hene ku ew dixwaze ji vana sûdê werbigire.”     

‘DIBE PEYMANEKE TÊKILDARÎ EYN ÎSAYÊ HEBE’

Baran li ser îhtimala peymaneke ser dagirkirina Eyn Îsayê ev nirxandin kir: “Dibe ku Rûsya ji bo berjewendiyên xwe çêtir bibîne ku serdemeke din jî Tirkiyê dûrî NATO’yê bigire û bingeha siyaseta wê bi vî awayî lawaztir bike. Rûsya ji berê ve ye dixwaze dakeve ber avên germ, lê heman wext tê zanîn ku ew ê tu car bi dewleta Tirk re siyaseteke stratejîk dabîn neke. Vê ne Tirkiye, ne Amerîka ne jî Yekitiya Ewropayê qebûl dike. Ji aliyê din ve jixwe Rûsya daketiye ser avên germ. Di ser Îran, Iraq û Sûriyeyê re dadikeve ser Deryaya Navîn. Wek me gotî, ji bol i pêşiya polîtîkayên xwe yên kurtedemî neke asteng dibe ku rê dabe lihevkirineke wisa.”   

‘HEKE TIRKIYÊ BALAFIR BI KAR ANÎN, HER TIŞT ZELAL DIBE’

Baran bal kişand ser ku ji aliyê din ve heke Tirkiye û Rûsya li ser Eyn Îsayê li hev hatibin, divê mirov bizanibe ka ev lihevhatin bi agahdariya Amerîkayê bûye an bêyî wê û got garantorê din ê meydanî Amerîka ye.  Vê gavê rêveberiya dest guhart, lê desthilata Trump heta 20ê Kanûna 2021’ê li ser desthilatê ye. Baran diyar kir ku di navberê de demeke tevlihev heye û wiha axivî: “Dibe ku bifikirin ku ew ê nexwazin di vê dema navberê de çi biryarên krîtîk bidin lewra jî heye ku ji ber vê yekê wan lihevkirinek bi pêş xistibe û hewldanekê bikin. Em ê naveroka hin tiştan di rojên pêş de zelaltir bibînin. Dewleta Tirk berî du bi sirûdan li ser çapemeniya xwe ragihand ku ew ê biçin Eyn Îsayê bistînin û êriş birin ser gundê Mişrêfa. Hingê Rûsyaya garantora agirbestê xwe ker û lal kir. Her wiha hêzên leşkerî yên rejîma Şamê kur o bîst û çar saet behsa yekparetiya axa Sûrî dikin, tenê li êrişan temaşe kirin. Çima tenê temaşe kirin, ev rewşeke bi şik e. Heke êriş û ev rewşa temaşekirinê berdewam bike, dê diyar bibe ku lihevkirinek di navbera wan de heye. Ji aliyê din ve bikaranîna balafiran di bin kontrola Rûsyayê de ye. Heke dewleta Tirk balafirên xwe rakirin hingê her tişt dê zelal bibe.”       

‘RÛSYA Û REJÎM LI SER SERÊ KURDAN TIM GOPALÊ TIRKAN DIHEJÎNIN’

Baran gotinên Rûsyayê yên dema dagirkirina Efrînê bi bîr xistin û got: “Berî dagirkirina Efrînê jî Rûsyayê ev gotin kiribûn. Wan tim digot, Efrînê berdin bila rejîm lê bi cih bibe nexwe Tirk dê bên dagir bikin. Rûsya jî rejîm jî dê li ser serê Kurdan tim gopalê Tirkan bihejînin, divê em vê baş bizanibin. Rûsya jixwe li herêmê ye, wek garantorê agirbesta par pir normal e nuqteyên xwe yên çavdêriyê zêdetir bike. Lê divê bê zanîn ku ew ê bixwaze vê wek zexteke ser hêzên QSD’ê jî bi kar bîne. Garantora agirbestê heke bixwesta dikaribû ev pozisyona xwe bi hêzeke pir bi sînordar jî biparêze.”   

‘DIBE TIRKIYE DI EYN ÎSAYÊ DE BIŞIKÊ’

Baran bal kişand ser girîngiya rewşa stratejîk a Eyn Îsayê û destnîşan kir ku îhtimal heye her kesî hesabek li ser Eyn Îsayê hebe lê li meydanê hêzek mîna QSD’ê jî heye ku hemû pêkhateyên Sûriyê xwe li dora wê kom kiriye û wiha got: “Gelê Bakur Rojhilatê Sûriyê ev 12 sal e di şer de. Wê hêzeke mîna DAIŞ’ê ya dirinde ku gelek dewlet perîşan kiribûn têk bir. Yanî hêzeke wê ya xweser û bi dîsîplîn heye. Baweriya wan bi wan heye. Heke hêzên hevpeyman wan nexapînin ev rewş dibe bo wan bibe avantaj jî. Yanî dibe ku Eyn Îsa ji bo dewleta Tirk bibe şikestin. Dewleta Tirk bi hemû şiyanên xwe nekarî gündeki 5 xane bi bejayî ve bigire. Bi rojan li ser medyaya civakî propagandaya xwe kir, lê pûç derket. Tenê pişta wê bi hêza wê ya ezmanî germ e, ew jî dimîne ser helwesta Rûsyayê.”    

DI NEXŞEYA SÛRIYEYA NÛ DE PLANÊN DAGIRKERIYÊ

Rohat Baran bi bîr xist ku berî dagirkirina Efrînê nexşeyek li ser medyayê belav bûbû û got: “Dihate gotin ku nexşeya Sûriya nû dê bi vî awayî be. Li gorî vê nexşeyê xeta Efrîn, Bab, Ezaz, Cerablus û Minbicê dê di bin kontrola dewleta Tirk de be. Ji Idlibê heta bi Reqayê, ji wir heta bi Dêrazorê beşên bê petrol ên Firatê jî li gel tevahiya başûrê Sûriyê dê di bin kontrola rejîma Şamê de bûya. Herêma Cizîrê û herêmên petrolê jî dabûn Kurdan. Lê dabûn kîjan Kurdan? Li gorî nexşeyê ev herêm dê bidana Kurdên girêdayî PDK’ê. PDK’ê ji herêma Cizîrê dest pê dikir heta herêmên Başûr ên di bin destê xwe de dê bibûya mirnişîneke petrolê.”

‘DIVÊ HER KES XWE JI BO ŞEREKÎ AMADE BIKE’

Rojnameger Rohat Baran hişyarî kirin ku amadekariyên dagirkeran amajeyên êrişeke bo ser Eyn Îsayê ne, lewra divê her kes xwe ji bo şerekî giran amade bike û wiha dawî li axaftina xwe anî: “Niha bi hin bizavan xwe nîşan didin, mebesta wan bi van hem raya giştî amade dikin hem jî hêza xwe diceribînin, hem jî dixwazin Eyn Îsa ji sîvîlan vala bibe. Divê her kes ji bo şerekî amade be. Wekî min got, heke berxwedaneke mezin çêbe dewleta Tirk dê bişikê û ev şikestin ji bo wê dê bibe felaketeke mezin.”  

ANHA