Weqfeya Jîn: Girtina Leyla Guven tevahî jinên Kurd ên pêşeng dike armanc

Weqfeya Jinan a Jîn biryara girtina Hevseroka KCD’ê û Parlamentera Colemêrgê Leyla Guven şermezar kir û got: "Ev biryar dijminane ye, di kesayeta Leyla Guven de tevahî jinên Kurd ên pêşeng dike armanc."

Weqfeya Jîn: Girtina Leyla Guven tevahî jinên Kurd ên pêşeng dike armanc
22 kanûn, 2020   20:24
NAVENDA NÛÇEYAN

Weqfeya Jinan a Jîn bi daxuyaniyeke nivîskî nerazîbûn nîşanî cezayê girtinê ya 22 salan û 3 meh li Hevseroka KCD’ê û Parlementera Colemêrgê Leyla Guven da.

Di daxuyaniyê de hate gotin ku ev biryar tund û ne rewa ye û wiha hate domandin: "Di heman demê de ev biryar dijminane ye, di kesayeta Leyla Guven de tevahî jinên Kurd ên pêşeng dike armanc. Di encamê de hemû gelê Kurd ê berxwedêr ê ku ji bo azadî û mafên xwe yên sereke di jiyaneke bi ûmet de tê dikoşe, dike armanc."

Weqfeya Jîn teqez kir ku ew ê parastina mafên hemû jinên azadîxwaz bidomînin û piştgiriya xwe bi Leyla Guven re nîşan da.

Weqfeyê bang li rêxistinên navneteweyî yên têkildarî mafên mirovan û mafên jinan kir ku li hemberî van sûcên dermirovî û yên li dijî jinan bêdeng nemînin û rola xwe li gorî qanûn û pîvanên navneteweyî pêk bînin û dest ji siyaseta duritî berdin.

(bb)

ANHA